ew kesaney ke ’edûy ’aşiqî sergerdanin

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  446 Dîtin
ew kesaney ke ’edûy ’aşiqî sergerdanin
bê dił û bulhewes û kem xîred û ḧeywanin
kes be serḧeddî byabanî meḧebbet negeyşit
wekû min salîkî em řahe hemû ḧeyranin
řêy ḧerîmî ḧeremî ’îşqî nîye sufleyî diz
pasebanî serî em koye cewanmerdanin
eşkî salimNasnava edebî ke be yadî lebî to dête kenar
qetreqetrey le nezer ehlî beser mercanin