mes’elem pirsî le diłdarim be meḧzî îmtiḧan

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  441 Dîtin
mes’elem pirsî le diłdarim be meḧzî îmtiḧan
boy ’eyan kirdim le lefza, her çî me’na bû nîhan
pêy dełêm: eşkim řuwandî mû lenaw çawma, dełê:
dête ber çawit, le ’eksî qametim, neqşî myan
şikłî sifrêkim bîna na, lêwî lê geztim, yeqîn
ye’nî: efzûn dê le wezna, hîçe endazey dehan!
ew dełê: çî xoşe her bê? min dełêm: seyrî řuxt
pêm dełê: çî dête ber çawit? dełêm: baẍî cînan
min dełêm: cêy muşke nafey, ew dełê: gêsûyî min
min dełêm: şimşade qeddit, ew dełê: serwî řewan
min dełêm: guł ’etirbêze, ew dełê: aẍoşî min
min dełêm: ney şehdixêze, ew dełê: xendey dehan
her cedelmane leser îsmî muje û ebroyî ‌ew
min dełêm: şemşêr û xencer, ew dełê: tîr û keman
ew witî: ḧałit çilone? min witim: tabim nema
ew witî: çaret be çî dê? min witim: wesiłit nîhan
îsmî wesiłim hat be demda, bestî řêgey giftugo
pêy witim: salimNasnava edebî! le gustaxî debê bibřî zuban