ey qîbleyî muradim daxo be řozgaran

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  814 Dîtin
ey qîbleyî muradim, daxo be řozgaran
pirsîwte qet le hîç kes ḧałî ẍerîbî taran
bew swêndekey ke xwardit min her ewem ke dîwmit
ḧaşa bikem feramoş mîsaq û ’ehdî caran
ta neqşî xatirim bê xuřřem beharî ḧusinit
detkê le hewrî çawim peyweste tawî baran
şew ta seḧer le hîcirit bo min ḧerame xo xew
her dê sedayî giryem wek ře’dî newbeharan
lakîn le esłî kara nasîwme ḧałetî to
sengîne gwêy sema’it bo dadî derdedaran
to her ewey ke çawit, cergî biřîm be îma
min her ewem ke ’îşqit, kirdûmî wêłî şaran
salimNasnava edebî le cewrî diłber, kota ke şerḧî defter
to bêxudî letaw ew, ew bê xeber le yaran!