bê to mehîbe giryem wek ře’dî newbeharan
Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
1 Xulek
850 Dîtin
bê to mehîbe giryem wek ře’dî newbeharan
peyweste dê be řûma eşkim be mîslî baran
nabê bikem bebê to suḧbet legeł çi diłber
arê meqamî wer’e perhêzî tobekaran
nakate der le xatir sed koşşî erestû
ẍeyrez wîsalî yaran endûhî bêqeraran
îstade û xecałet gerdenkeç û terîqim
cana be çawî tundî meřwane şermesaran
şam û seḧer wekû xak pamałî payî xełqim
az bisFarsî be yadî lutifit kewtim le řehguzaran
sedbar eger le gułşen guł çetrî zeř leser nê
dił, tenge, ẍunçe’asa, bê řûyî guł’uzaran
şêwawe dił le hîcra nagate şamî zułifit
peyweste întizare wek çawî řûzedaran
bêhûdeye le gułzar efẍanî bulbulî zar
nagate goşî yaran endûhî bêqeraran
salimNasnava edebî lebî be salim nagate řûyî diłber
cem’in be dewrî genca her sû syahmaran