muselsel hate ser doşt, be bazî, zułfî çewganit

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  448 Dîtin
muselsel hate ser doşt, be bazî, zułfî çewganit
le ḧelqey cedwelî xemya, dełêy goy ’ace pustanit
nîşaney fetḧîye wextî hezîmet leşkirî ẍemzet
şiksite bo diłî ’aşiq sefî bergeştemujganit
le baẍa ẍunçe diłtenge le ḧesret ẍunçeyî lêwit
gerîbançak řuwawe guł leber şewqî gerîbanit
lelay min zułfî toye ba’îsî aşuftegîy dunya
nemawe fîtne bo ’alem, be ẍeyrez çawî fettanit
umêdî dił nemawe ta ḧeşir azadî qeydit bê
telîsmî bable, cana! meger çahî zenexdanit?!
ḧubabî aw mubeddel bû be esłî beyzeyî qumrî
le ḧesret ’eksî sayey qametî serwî xeramanit
suleyman neydekird esrarî xatem qet legeł suxre
eger lew wexteda zahîr debû, le’lî bedexşanit
be ẍeyrez canfişanî, fîkirî hîç naka diłî salimNasnava edebî
be ’efwa bermede, tûbî û xuda, destim le damanit