mîrza were lêm lade destî min û damanit

bo mîrza silêmanî zîndirû
Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 2 Xulek  629 Dîtin
mîrza! were lêm lade, destî min û damanit
eymen mebe lêm nek bêm yek def’e be meydanit
to qajîy û min şahên meqřêne bedewrimda
nek ḧemle berim, řobem çingeł le çîqłidanit
min tuẍrul û to se’we, qesdim emete nagah
mîxleb le serit gîr kem, derçê le ’eqeb canit
min şêrim û to gawî, şeřřařîy û natirsî
custen kem û bişkênim wek ney hemû êsqanit
bo min qełeme nêze, bo to sipere destiga
bo tecrebe, ba lê dem yek ḧerbe le qełẍanit
nûkî qełemim tîje wek nêşî direfşî to
sewhan zedeye fîkirim wek gaznî buřřanit
řengîne hemû şî’irim wek neqşî tekełtûy zîn
mezmûnkeşe fîkirim wek qullapî dirûmanit
seřřacîy û hem şa’îr, hem řobem û hem daşom
defter le teẍarawit derzî le binî řanit
řengidomîy û řengizîndoz, hem lê dem û hem bend kem
kiştek le kunî lûtit, miştet le defey şanit
hem lê de teqeł hem xet, hem lê bem û hem tê kem
nex nex le kunî derzî, nem nem le qełemdanit
têt nawe, lelat xoşe, naxoşe derî bênin
bew xerce debê derbê, ew pare le gîrfanit
derpê bikene hem řext, hem bitbem û hem bitxem
lew ḧewzî ḧemamî germ, bê cil tenî ’uryanit
sen’at û sexayî to bes teng û guşad hatin:
hem ḧelqeyî awzûnet, hem sifreyî mîhmanit!