hemîsan let lete cergim, be yadî tîrî mujganit

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 2 Xulek  513 Dîtin
hemîsan let lete cergim, be yadî tîrî mujganit
serasîmem leber fîkirî îşarey çawî fettanit
sîyehřoj û perêşanim le qeydî sîlsîley zułifit
giřî xiste diłim, dîsan, xeyałî le’lî xendanit
be şerḧî mîḧnetî dûrî, diłî sextit desûtênim
lepaş derdî cudayî, ger bibim yek şew be mîhmanit
legeł min cewrî xot kem bû, řeqîbîş bû be hemřazit!
dexîl fîr’ewnî ’esrî xot! meke sa gwê le hamanit
le her sû ḧasîłe zułmet, řeh ender řeh le gêsûta
desa awî ḧeyatîş wa lenaw çahî zenexdanit
eger xwên astînit teř neka, ey xusrewî xûban!
dezîbê ser le meydana be bazîy goyî çewganit
diłî perwanewarim, ḧesreta, ’umrî çi kota bû?
be eweł şu’le sûtandî, çiraẍî řûyî řexşanit
dubare zexmî dił muştaqe bo tîrî nîgahit, dey
le ’îşwet awî zehrî çêştibê, ger nûkî peykanit
bebê tu zîndegîm nawê, le dûrîy to ḧeyat merge
le destim bermede damen, were destim be damanit
meramî xatrî eẍyare řeftarit legeł salimNasnava edebî
be mîslî ’ehdî dunyaye wefa û ’ehd û peymanit