denasî qatîlî dił ger nîgeh key sûyî mujganit

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  572 Dîtin
denasî qatîlî dił ger nîgeh key sûyî mujganit
eda ke xûnbeha sa bûseyê destim be damanit
tewaw nabê le sewday ’arîzit bo dił, giriftarî
le dawî tuřře berbû kewte nêw çahî zenexdanit
kefen pîrahenim bêt û meşon zexmim wesîyet bê
be xûnalûde azadin le meḧşerda şehîdanit
serim, ewweł qedem, dana leser kûçey řehî ’îşqit
dił û dînim be yeẍma çû le sîḧrî çawî fettanit
berîm yekser le nî’methayî fîrdewsî, le dunyada
kerem key ger be min lîmoyî pustanit le bustanit
depirsî ger le mehcûrit: be peykanî mujet sewgend,
xemîdeqamete salimNasnava edebî keman asa le hîcranit