badînan - mêjûy û êstay

Li pirtûka:
Serincê le Zimanî Edebîy Yekgirtûy Kurdî
Berhema:
Îzedîn Mistefa Resûl (1934-2019)
 13 Xulek  1104 Dîtin

bo wełamdanewey em pirsyare debê tawêk lay mêjûy badînan û lay beşedyalêktî badînan bwestîn. bedaxewe ta’êsta le nawçey êmeda zor le xwêndewaran hewłî eweyan nedawe ke le mêjûy řasteqîney nawçey badînan bigen û ger le meydanî řoşnibîrîda dwakewtinêk lew nawçeyeda bibînîn, ewa hewłî ewe nedrawe ke le hoy řasteqîney ew dwakewtine bigeyn bo ewey betewawî be řêbazêkî řastida çareserî bikeyn. herwek hendê le xwêndewaranî badînanîş çeşne hestêk wayan lê deka dan bew dwakewtineda nenên û le encamîşda her belay çareserkirdinî řasteqîneda neçin.

badînan, ke zortir, betaybetî le seretay pêkhatnî mîrinşînî badînanda, birîtî bû le amêdî û dewrupşitî, bełam le hendê katda perey senduwe ta geyştote mîrinşînî dasnî û şûşî û silîvanî û ta zaxo û sindî û şîrwanîşî girtotewe

em nawçeye le konda xawenî mêjûyekî kone û le pêş îslamîşda şwênî şaristanî buwe û le sedekanî dwayîda mîrinşînî xoy hebuwe û lem dû sedeyey dwayîda mełbendî xebatêkî nesrewtî bê pişûy xwênîn û qaremanane buwe. peywendîy badînan le řûy şêwey ziman û nizîkîy sinûrî le wiłatî botanewe way kirduwe le şêweyekî xebatkarîda peywendîy le geł řapeřînekanî kurdî botan û hekarîda hebê û le seretay em sedeyeşda bê pişû xoy cêgey xebatî çekdar û xwênawî bêt û her lepaş cengî yekemî cîhanewe azayane beramber be împiryalîzmî îngilîz û nêrrawekanî împiryalîzmî emerîkaş bwestê û le zor carda kurdistan bikat be çałî gyankêşanî nwêneranyan.

le řûy hestî neteweyî û beşdarîy xebatî netewey kurdewe nawçey badînan be huşyarî û le pêşewe nasrawe û tomarêkî řengînî qareman û şehîdî zorî xoy heye. bełam wek le dewrî dagîrkerî ’usmanîda nizîkîy badînan le xakî turkewe way kird desełatî yekserî turk nextê le nawçey soran û silêmanî behêz bê. herweha lepaş dirustibûnî dewłetî êstay ’êraqîş bestinî badînan be lîway mûsłewe way kird ke le řûy jyanî abûrîyewe wek dêhatî amade bo bazařî mûsił û borjiwazîy geşesendûy mûsił temaşay badînan bikirê û, em temaşakirdine le jyanî abûrî û řoşnibîrîy em nawçeyeda dyar bêt.

le řûy abûrîyewe be hemû çeşnêk manay ’îlmîyekey «ladê»y şaristanî mûsił lêreda bête dî û hewłî ewe nedrê ke pîşesazîy tya peyda bibê û tenya berhemî kiştukał û mîwe bo mûsił berhem bihênê û kirêkarî le dest derebeg řakirdûy be hezran bibexşê be pîşesazîy şar û bazařêkîş bêt bo ew şitaney le kargey şarda dirust dekirên.

ca her wek be mebesî berdewambûnî em desełate hemîşe helî behêzkirdinî derebegêtîy xomałîy badînan dirawe, herweha hewłî eweş dirawe ke gyanî kurdayetî lem nawçeyeda bimrênrê û řêgey ewe nedrê ke hîç çeşne desgayekî řoşnibîrî ke le nawçey silêmanî û soranda hebûn, lêreda dirust bibin. leber eme her lew kateda ke xwêndinî kurdî le silêmanî û kerkûk û hewlêrda xoy deparast ya pêş dekewt, lêreda be kurdî axaftin le zor qutabxaneda le řojanî «hêmnida qedeẍe dekira. em bare ke penca sałêkî xayand, çuwe ser ew dwakewtine girdewebuwey dewrî ’usmanî û karêkî tewawî kirde ser ewey ke nek xwêndinî kurdî û be kurdî xwêndinewe le badînanda nebê, bełkû řadey xwêndewarî û jimarey řoşnibîr û xwêndewar lêre le şwênekanî tirî kurdistanî ’êraq kemtir bêt. badînan le konda herwek mîrinşînî xoy hebuwe, herweha mełbendî xwêndewarîş buwe û le mizgewte gewrekanî badînanda qutabxaney wek ewaney amêdî û şûş û bałete û qutabxaney qubad hebuwe; zanay gewre û şa’îrî têda pêgeyştuwe. bełam barî em dû sedeyey dwayî tewaw karî kirdote ser jyanî řoşnibîrî û xwêndewarîy kurdî û ger karî ew giznigey botan nebwaye, lewane bû barêkî xiraptirman bidîbaye.

ke wate debê bebaşî lem bare bigeyn û leweş bigeyn ke em sałanî karesate hoşyarî û hestî neteweyîy xełkî badînanî berz kirduwetewe û, xebatî xwênawîy řengînî dû sede samanêkî gewrey folkilor, betaybet «lawik»y dirust kirduwe, ke hêşta destî kokirdinewe û nûsînewey negeyştotê û le xoyda samanêkî gewrey firawankirdinî zimanî edebîmane.

debê dirustibûnî muḧafezey dihok bikeyn be hengawêk û be dergay xwêndewarîy kurdî le badînanda. bełam dîsanewe depirsînewe û çon binûsîn û çon wa bikeyn ke zimane edebîyekey emřoman biçête badînanewe.

sereta debê lew kitêbanewe dest pê bikeyn ke bo qutabxane denûsrên. paş ewey biřyarman da ke debê le hemû kurdistanî ’êraqda debê yek çeşne kitêb hebê nek dû, debê daner û wergêřî kitêb ke caran tenya be derbest têgeyştinî qutabîy siłêmanî û hewlêr û kerkûkewe buwe, emřo be derbest têgeyştinî qutabîy badînanîşewe bêt. bo eme debê le nûsîn û dařiştinî kitêbda le řûy giramatîk û fonetîk û ferhengewe ew peyřew û wişane bekar bihênrên ke le hemû dyalêktekanda yekin. eweş ke cyaye asantirînyan bekar bihênrê û wirde wirde qutabî fêrî peyřewekey beramberî bikirê bo ewey le encamda û paş çend sałî tir ke her xwêndeware çend peyřewî cyawazî zanî, zewqî giştîy ewe dedozêtewe ke asantir û řewantire; eme bo ferheng û wişeş tewaw řaste. ke qutabî beramber be zor wişe çend hawtay zanî, wirde wirde ya yekêk bem hawtayane le zimanî edebî cêgîr debê, ya hendê wişey êsta le zimanî edebîda yeke, ewsa her lew zimaneda çend wişeyan beramber debê ke deçne ferhengî zimanî edebîy hemû netewewe û le sinûrî nawçey xoyan deçne derewe.

her be mebesî têgeyştinî qutabîy badînan le kotayîy hemû dersêkî qutabxaneda ferhengêk bo wişekan bikirêt, karêkî sûddare.

bêguman em seretaye ke le qutabxanewe dest pê dekat, debê le qutabxanewe berew hemû govar û řojnamekan biřwat û be corêkî xemłîw berhemî nûseranîş bigrêtewe.

em karey basî dekeyn şitêkî zor asan nîye û beşêweyekî mîkanîkî pêk nayet, bełkû debê karêkî zîndû û piř le îbda’ û sakar bêt û zorlexokirdinî tya nebêt. bo em mebesteş erkêkî gewre dekewête ser şanî şa’îran û nûseranî kurdistanî xwarû. ewîş bebaşî řûkirdine samanî kirmancîy jûruwe. ger nûser û şa’îranman bebaşî lew samane bigen, ewsa zor leserxo û bebê dataşîn û zorlexokirdin, her le xoyanewe hengaw berew zemanêkî edebîy yekgirtû denên ke baştir le nawçey badînan cêy bibêtewe, herwek xoşyan le wişkibûnî kereste û samanî ziman řizgar deken ke zoryan êsta têy kewtûn û wişe û kerestey nûsînyan her eweye ke le honrawe û nûsînî lemewbereyanda nûsrawe. lem bareyewe debê ew bełge zînduweman lebîr neçêt ke edebyatî em serdemey ême tomarî kirduwe, ewîş eweye ke çi pîremêrd û çi goran lew zimane kurdîye petî û puxt û paraw û dewłemendeda ke bekaryan hênawe, qerzarî řûkirdine dyalêktî hewramî û edebî folkilorin. lem bareyewe debê zorbey nûser û şa’îrî kurdistanî xwarû dan be kemukûřîyekî meznî xoyanda binên ke ewîş dûrîy ewane le samanî edebyatî kirmancîy jûrû. bê westandin detwanîn bipirsîn:

çend le şa’îranî kurdistanî xuwarû şarezay şî’rî melay cizîrîn? çendyan bewrdî «mem û zîn»y xanîyan xwêndotewe û sûdyan lê wergirtuwe? xo le feqêy teyran û ḧerîrî û girgaşî û erzî û pirte û begî hekarî nabê lay ewan bipirsîn û tenanet kem kesîş debînîn ke dû dêř le cyawazîy honrawey cigerxiwên û qedrî can bizanê. ya bedił şwên edebyatî kurdî sovêtî kewtibê û şitêkî le berhemî damezrênerî řomanî kurdî «’ereb şemo» xwêndibêtewe.

le hemû emaneş giringitir bo emřo ew lawik û folkilore dewłemendey nawçey badînane ke bepîttirîn zewî û řûntirîn serçawen bo damezrandinewey dastanî honrawey kurdî û bo nûsînî řoman û dewłemendkirdnî ziman û wêne û tabloy şî’ir.

kewate erkêkî neteweyî û edebî pał be nûser û şa’îrî kurdistanî xwaruwewe denê ke beřastî řû bikene ew samane. bêguman le temenî neweyekda berî em hewł û teqelaye debînîn û ew katey le badînan nûser û şa’îrî wa pê dega ke baş şarezay samanekey jûruwe û lew kitêbanewe dergay fêrbûn û têgeyştinî samanî edebyatî xwarûy bo kirawetewe ke bem çeşne nûsrawin ke basman kird. herwek nûserî êsta, lawî xwarû têgeyştinî samanî jûrû twana û behre û zimanî edebyatnûsînî ewî qał kirduwe. ew kate em dû nûsere herdûkyan şitêkî le yekewe nizîk denûsin û řenge newey dway ewan her tewaw wek yek binûsin.

ew zimanî xwêndin û nûsîn û edebyatey bem çeşne dirust debê, ger êsta dîmenî derewey beşeşêwey silêmanî bêt û cewherekey têkełî beşekanî kirmancîy xwarû û hendê le dyalêktî goran û luřîy tya bê, ewa le hengawî yekemda nîsbetêkî le peyřew û wişey badînan têkeł debê û ta dêt em nîsbete pitir debê û eme le têkeławî (tifa’il)êkî řasteqîney zîndûda le botey jyanda qał debê û şitêk le dîmen û naweřokî zimanî edebîy yekgirtûy emřoy kurdistanî xwarû degořê û wa lew zimane deka ke betewawî bibê be zimanî yekgirtûy hemû kurdistanî ’êraq û êran û le êsta zyatir bo ewe bişê ke bibê be zimanî edebîy yekgirtûy hemû netewey kurd. herwek dirustibûnî em zimane yekgirtuwey edebyatnûsîn xoy şitêkî mîkanîkî nîye, herweha natwanîn le êstawe wek dermanêkî gîrawe nîsbetî her řegeze ya dyalêktey tya destinîşan bikeyn ya biřyar bideyn ke be çend sał em zimane edebîye yekgirtuwe pêk dê. çunke herwek ziman şitêke le komełda pêk dê û hoy bestinî ademîzade be komełewe, herweha em têkełbûn û dirustibûneş tenya řûdawêkî zimanewanî nîye ke komeł û peywendî û řûdawe syasî û abûrî û şořişgêřîyekanî karî tê neken. leber eme zor dûr nîye ke jyan xoy bew hemû beserhatanewe ke deyhênê, zor lem tabloye bigořê ke êsta wa leberçawî ême û nexşey bo dekêşîn. ya řûdawêkî çaweřênekirawî jyan te’sîrî zyatrî hebê le peydabûnîda, ya be zûtir lewe ême bîrî lê dekeynewe, dirustî bikat.

be hemû corê ew zimane edebîyey yekgirtuwey wa dirust debê ke êsta leberçawmane zor lewey êsta pitir detwanê biçête hemû nawçekanî kirmancîy jûrowe; ger twanay waş peyda bû, ke wek emřo detwanîn xwêndin le badînanda bikeyn be kurdî, le kurdistanî turkyaşda mindałî kurd be zimanî xoy bixiwênê û lay kurdî ew nawçeyeş řêgey perepêdanî edebyat hebêt, ewa ew kateş hemû pirsyarekanî êsta dûbare debêtewe. ewsa leser binaẍeyekî taze nexşe bo zimanî edebîy yekgirtûy hemû kurd dadenêyn ke mêjû xoy her dirustî dekat, bełam em tecrubeyey emřoy kurdistanî ’êraq tewaw řêga bo ew yekgirtine xoş dekat û asantirî dekat û ewsa netewey kurdîş ba wek hemû gelanî cîhan be çend dyalêkit û beşe dyalêkit bidwê, bełam her be yek cor denûsê: be zimanî edebîy yekgirtûy kurdî.