debê çon binûsîn? be yek cor ya dû?
duwem pirsyar ke wełamdanewey dewê eweye ke aya debê kurd be corêk bixiwênê û binûsê û yek core ziman le karubarî řesmî û edebyatda bekar bênê ke le hendê wiłat zimanî edebîy yekgirtû û le hendê la zimanî «sitandard»y pê dełên ya debê dû cor be kar bihênê. ta êsta kes be nûsîn ya řastewřast ewey dernebřîwe ke debê kurd be dû cor binûsin, bełam zor kes û zor cêga be kirdar emeyan derxistuwe.
řadyoy beẍda le beyanîy çwardey temûzî sałî 1958ewe kira be dû şêwe. le sałî 1956da řojnameyekî nîştimanîy nihênî behoy ewewe ke derkeran û nûseranî le řastîy mesele negeyştibûn, witarî be dû şêwe biław kirdewe. dwabedway ew, paş çwardey temûz zor řojname û govar em řêbazeyan girt û êstaş zor le govar û řojnamekanman wa derdeçê, tenanet govarî «birayetî» maweyekî zor kirabû be dû beşewe, beşêk bew zimane edebîyey êsta denûsra û beşêk be nawî beşî kirmancîyewe hendê witarî be botanî û hendêkî be badînanî tya biław dekirdewe - wek govareke be dû ziman derbiçê.
desgakanî hoşyarîy êran, betaybetî êstigekanyan zor hoşyarane sûdyan lem dû beşîye dî û ewan lebatîy dû beş, çend beşyan dirust kirduwe. ger em řêbaze her wa text bêt, ewa her le kurdistanî ’îraqda tabloy çend sałêkî tirman bem core debê:
dû êstige, dû televîzyon, dû çeşne govar û řojname, dû çeşne qutabxane, le hemû polêkî danişgay kurdistan ya kolêcî edebyatî kurdîda dû liq, her liqe be şêweyek. le hemû desga pêwîstîdarekanî kurdistanda tercumanêk - bo kurdî kirdin be kurdî. ger serbestîy kurdî-bekarhênan beşî tirî kurdistanîşî girtewe, ewa em tabloye firawantir debê û wirde wirde le zimanî yekgirtûy kurdî, ke zor demêke heye û yekî girtuwe, lecyatîy ewey zimanî edebîy yekgirtû dirust bibê, dû zimanî edebî ya zyatir dirust debê û, le encamda zimane yekgirtuwekeş debê be dû ziman û netewey kurd kołekeyekî peydabûn û bûne netewey xoy ledest deda û debê be dû netewe ya zyatir. ca ew nûseraney řêbazî cyakirdinewey nûsînî kurdîyan girtuwe û ew desełatdaraneş ke piştî emanyan girtuwe, hestyan pê kirdibê ya nekirdibê, řêbazî eweyan girtuwe ke zimanî kurdî biken be dû ziman û netewekeş biken be dû netewe. dyare ke le basêkî ’îlmîy wek em baseda debê leweş bidwêyn, ke aya em bedûbûne řêbazî mêjûy netewey kurd xoyetî ya ne? aya eme yekêke le mebesekanî bizûtnewey kurdayetî ya pêçewaney ewe? aya eme qazancî komełanî firawanî xełkî kurdistanî tyaye ya zyan be dwařojî ewan degeyenêt?
bêguman: hestî yekêtî le zor konewe le naw kurdida beqûłî teşeney senduwe ke netwanîn seretay bo dabnêyn. ger eḧmedî xanî (sedey ḧevdehem) be řaberêkî neteweyî ewto dabnêyn ke bernameyekî aşkiray kurdayetîy xistibête berçaw, ewa pêş ew melay cizîrî xoy le sinûrî botan hanîwetewe derewe bo sinûrî firawanî kuristan û witûyetî:
bełgey mêjûyîy kon û taze û êsta zor bedestewen ke eweman pê biselmênin ke hemû kurd le kurdistanî gewreda xoyan be kuřî yek netewe dezanin û serkewtin û sergirtinî amancyan le yekêtîy netewekeda debînin û, pêşkewtinxiwazanî kurdîş xêr û xoşîy řenickêşanî kurdistan le yekgirtinî netewey kurdida debînin.
leber eme, zimanî kurdî kirdin be dû, ke seretay kurd kirdin be duwe, herwek pêçewaney bername û mebesî bizûtnewey kurdayetî û çake û awat û arezûy netewey kurd û komełanî firawanî xełkî zeḧmetkêşî kurdistane, herweha tewjimêkî kizî bepêçewanehatûy řêřewî mêjûşe ke hemîşe bew layeda berew pêşkewtin û serkewtin deřwat ke xwast û çakey gelan û řenickêşanî tyaye.
ger em çeşne hewłe maweyek û le nawçeyekda serîş bigrêt, ewa encamî dwayî her sernegirtin û nemane û deçête řîzî ew tewjime pêçewananey le mêjûy syasîy gelanda carubar hatûn ke pêşkewtin bwestênin, bełam dwayî her tewjimî berew pêşewey gelan û mêjû ewanî řamałîwe.
em çeşne tewjime kizaney bepêçewanewe dên, çi le kořî mêjûda û çi lem meydananeda detwanin bew toze serkewtiney ke temenî nîye, řoyştinî mêjû xaw bikenewe ya tenanet hêndey ew temene kurtey xoyan řaybigrin, bełam natwanin berew dway berin û le pêşkewtinî dwayî û kotayîy bixen.
ke wate: paş ewey geyştîne ew encamey ke debê zimanî edebîy kurdî her yek bêt, debê bipirsîn ew zimane edebîye yekgirtuwe kameye û debê çon bêt?
hendê lewaney hewłî eweyane kurdî biken be dû ziman û xoyan bekirdewe ew řêgeyeyan girtuwe, be nawî ewewe ke kirmancîy jûrû zimanî axaftinî beşî zorî kurde layan waye ke debê hemû kurd kirmancîy jûrû biken be zimanî edebîy yekgirtûy xoyan.
em řaye, belay êmewe, ne řaste û ne dête dî. çunke: ew bineřete dîmukiratîyey bas le serşořkirdinî beşî kem bo beşî zor deka, le meydanî zimanda řastîş bêt, ewa lêreda pêçewane debêtewe û ew encame nageyenê ke ewan deyanewê. herçende meseley ziman û biławbûnewey û daçespandinî zimanî edebîy yekgirtû karî mêjuwe û ew şitî řast deçespênê û hewłî nařast nahêłê, bełam ger biřyardan bo êre řastîş bê û her leser ew peyřewe dîmukiratîye biřyarîşman da ke kirmancî bibê be zimanî edebîy yekgirtû, ewa meydanî hênanedîy bo êsta û wa dyare bo maweyekîş (ke mawey ewe nîye destewsan çaweřêy tya bikeyn) her kurdistanî ’êraq debê çunke twanayekî waman nîye ke le şwênî tirda biřyarekeman becê bihênîn.
ke wate meseley zor û kemeke bo kurdistanî ’êraq pêçewane debêtewe û lêre ke emřo meseley xwêndin û nûsîn karî emřoye û biřyar û begurcî hênanedîy dewê. ewey be kirmancîy jûrû dedwên beşî kemin û, ewey be dyalêktî tir dedwên û zimanêkî edebîy yekgirtûyan heye beşî zorin.
paşan wek witman, ger em çeşne biřyare řastîş bê û hewłî hênanedîy bidrê, ewa bo kirmancîy jûrû kirdin be zimanî řesmî kadir û xawentiwanaman nek bo hemû kurdistanî ’êraq, bełkû bo nawçey bawdînanîş nîye. ger êsta bitwanîn le çend sałêkda zimanî kurdî bikeyn be zimanî xwêndin û nûsîn û karî řesmîy nawçey badînan, ewa bekarhênan û amadekirdinî şêwekey xoyan bo em mebese çend ewendey tir sałî dewêt. xo ger eme bo hemû kurdistanî ’êraq bêt, ewa, bê zyad pêwenan, debê le dewrî babanewe dest pê bikeynewe.
ger sergirtinî em řaye be şêweyekî sakartir bixeyne berçaw, ewe le řastîya ewe degeyenêt ke le řojanî babanewe ta êsta çî kirawe û nûsrawe la bibrê, ya wek dełên fiřê bidrête řûbarewe. emeş le meydanî tirî îşî wiłatda her lewe deçê ke biłêyn bo ewey kargey mîwey qutû le dihok bikeynewe, debê kargey çîmento û cigerey silêmanî nemênê. ya bo ewey hawînehewarî hewraman pêş bikewê, debê şeqławe û ḧacî omeran û pîrmam û solav her le bineřetda nehêłîn, ke em çeşne bîr kirdineweye bineřetî ’îlmîy nîye û legeł pêşkewtinî netewî kurdîşda naguncê.
ke wate: debê çon binûsîn û zimanî edebî yekgirtûman kameye.
wek witman: zimanî edebîy yekgirtûy netewe mêjû dirustî deka û arezûy taqekes û desteyek řołê karîgeryan le berewpêşçûnî mêjûda nîye, bełam taqekes detwanê řêřewî řasteqîney mêjû bedî bika û le gełîda biřwat û pał be xêra řoyştînewe binêt û nebête kosp le řêgeyda û nebête hoy dwaxsitinî ew pêşeweçûney.
lem core hełwêst û têgeyştin û tecrubeyewe laman waye ke netewey kurd zû ya direng zimanî edebîy yekgirtûy xoy dirust deka, ke debê be zimanî řesmîy xwêndin û nûsîn û edebyatî hemû kurd, ke em zimane hîç yekê lem şêwaney êsta nîye —herçende dîmen û te’sîrî şêweyekyan lew zimaneda zyatir dyar debê. ke zimanî edebîy yekgirtûş pêk hat, manay wa nîye ke şêwey axaftinîş debête yek, bełkû kurdî her laye wek xoy dedwê, bełam hemû kurd wek yek denûsin.
herçende şêweyek dîmenî lewanî tir zyatir be zimanî edebîy yekgirtuwewe dyar debê, bełam ew zimane zor řegezî têkełî şêwekanî êstay tya debê. wate le her şêweye şitêk xoy lew zimaneda dadeçespênê. leber eweş ke zimanekanî cîhan berew ewe deřon ke xoyan le ałozî û sextî řizgar biken, le ber ewe detwanîn biřyarî ewe bideyn ke peyřewe asanekanî giramatîk, îtir ger giştî bin ya le yek dyalêktida bin, xoyan le zimanî edebîda dadeçespênin. le řûy fonetîkîşewe zyatir ew şitane le zimanî edebîda cêgir debin ke le hemû dyalêktekanda yekin, ya le zorbeynda leyek deçin.
bo wişe û ferheng (mifirdat)yiş ewa ew zimane edebîye ta dêt firawintir û dewłemenditir debê û wişey hawtay tya zyatir debê û serçawey emeş dyalêkte cyakanî zimanî kurdî û fêrbûnî ew dyalêktaneye le layan xwêndewaran û nûseranewe.
kewate: paş ewey dasepandinî kirmancîy jûrûman be řast nezanî, pirsyarêkî aşkira û řewa dête pêşewe ke jyan xoy û pêdawîstîy emřoş wełamî ew pirsyarey dewê. ewîş eweye:
aya çon binûsîn û kam şêwe bibête şêwey nûsîn û xwêndin û karubarî řesmî, ke lewe bûynewe ke em nûsîne debê bo hemû kurd yek çeşin bêt. aya em zimane edebîye yekgirtuwey êsta ême le beşî zorî kurdistanî ’êraq û êranda bekarî dehênin le barî êstada bekełkî ewe dêt ke bibête zimanî edebîy yekgirtûy hemû kurd? ya wirditir biłêyn, em zimane ke waqî’î jyanî emřoman way lê kirduwe ke le dergay nawçey «badînan»da bwastê û bibê be zimanî karubarî řesmî û xwêndin û nûsîn lew nawçeyeda û le maweyekî dûrda bibête zimanî edebyatîş, aya em zimane lem barey êstayda detwanê ew cêgeye bigrê û dergay badînanî lê bikirêtewe?