aya zimanêkî edebîy yekgirtûman heye?

Li pirtûka:
Serincê le Zimanî Edebîy Yekgirtûy Kurdî
Berhema:
Îzedîn Mistefa Resûl (1934-2019)
 10 Xulek  952 Dîtin

yekem: wek witman, em zimane zimanî edebîy yekgirtûy ewanen ke be hemû beşekanî kirmancîy xwarû dedwên û ewaney be dyalêktî goran dedwên û ta řadeyekîş ewaneş ke be luřî dedwên. bełam em şêwe nûsîne edebîye hêşta nebuwe be şêwey nûsînî ewaney ke be kirmancîy jûrû dedwên, ke eman le řûy jimarewe beşî zortirî kurdin. herçende hendê şa’îr û nûserî nawdarî ewtoşman heye ke şêwey axaftinî małeweyan yekêke le beşekanî kirmancîy jûrû, bełam nûsînyan her bem zimaneye ke lay ême buwe be zimanî nûsîn û xwêndin û edebyat.

ke wate em zimane nebuwe be zimanî edebîy yekgirtûy hemû netewî kurd, bełam herwek nebuwe bew zimane yekgirtuwe, herweha natwanîn biłêyn êsta kurd dû zimanî edebîy yekgirtûyan heye. çunke her lew kateda ke em zimane le dewrî babanewe ta êsta zimanî edebîy nawçeyekî gewrey kurdistane û le sałî (1922)ewe ta êsta zimanî xwêndin û nûsînî beşî zorî ew nawçeyeye. her lew kateda şêwezmanêkî tir nabînîn ke le dewrî babanewe ta êsta bew şêwe firawane û bew berdewamîye zimanî edebyat bêt û le hîç şwênêkî tirî kurdistanda be kurdî xwêndin nîye û zimanî kurdî be řesmî nenasrawe ta şêweyekî tirî leme beder bibête zimanî yekgirtû—ba le nawçeyekî teskîşda bêt.

bełê - beşî botanî kirmancîy jûrû le dewrêkda û ta kotayîy sedey ḧevdehem le nawçey xoyda zimanî edebîy yekgirtû buwe û edebyatî le katêkda pê nûsrawe ke natwanîn bilêyn xwêndin û nûsîn be kurdî hebuwe, çunke zimanî řesmîy xwêndinî mizgewt (ke taqe şwênî xwêndin buwe), ’erebî û ta řadeyekîş farsî buwe. bełam ew zimane edebîye paş lenawçûnî mîrinşînî botan û badînan kişayewe û perey nesend. herçende takutera û ta êstaş şa’îr hebuwe ke şî’ryan pê nûsîwe, bełam hîç yekê lew şa’îrane twanay ewey nebuwe ke edebyatekey le sinûrî nawçekey xoy bibate derewe. ew hewłe merdaneyeş ke le sałî 1898 bedwawe bo ewe dira ke dewrî zêřînî ew şêweye bihênêtewe kayewe û berew pêşî berê, behoy sernekewtinî şořşekanî kurdistanî turkyawe serî negirt û kip bû.

ger êsta le şwênêkî tir zimanî kurdî leser binaẍey kirmancîy jûrû zimanî xwêndin û nûsîn û edebyat bêt, ewa ew tecrubeye leber gelêk hoy cuẍrafî û mêjûyî natwanê be çeşnî êstay pel bo kurdistan bikêşê; mebes tecrubey kurdî sovêtî bû. leber ewey zirûfî mêjûyîy xoyan le kurdistanî dabřîwin, řêgeyekî taybetî xoyan le perepêdanî xwêndin û nûsîn û edebyatda girtuwe. bełam kurdî sovêtî leber ewey ke jimareyan keme û her le 1%y jimarey hemû kurd debin û le sinûrî kurdistanda nîn û le şwênî xoşyan le çwar komarî sovêtîy le yek cyada dejîn û řijîmî syasîş way kirduwe ke bem zuwane netwanin karêkî karîger bikene ser edebyat û jyanî kełçerî kurd. leber ewe, ew zimane edebîyey ewan nabê be zimanî edebî hemû kurd, bełkû em zimane edebîyey êstay ême wirde wirde kar dekate ser zimanekey ewan.

ke wate, bem ḧałeşewe, her yek zimanî edebîy kurdîman heye. herçende hendê şa’îr û nûserî nawçey «badînan»yiş êsta hewłî ewe deden ke be beşî badînanî kirmancîy jûrû (botan na) binûsin, bełam ew çend nûsîne ew beşeşêweyey nekirduwe be zimanî edebî, nek le kurdistanî ’êraqda, tenanet le badînanîşda çunke ew şêweye ta êsta nebuwe be zimanî řesmîy dewłet û zimanî xwêndin û nûsîn. beşeşêwey badînan ta êsta her şêwey axaftinî xełkî badînane û dyare her le şêwey axaftîşda her demênêtewe, herwekû şêwey folkilorêkî dewłemendîşe. ger hewłî ewe bidrê be beşeşêwey badînan nûsîn perey pê bidrê û biław bikirêtewe, çend kosp û encamêkî seyr le berdemî ew hewłeda debînrê. yekem: zor zeḧmet û erk û hewłî dewê ke ew beşedyalêkte bibê be zimanêkî edebîy firawan çunke leber pênenûsînî ta êstay, kem kesî şarezay ewto hen ke bitwanin be çeşnêkî edebîy sakar û cwan be badînanî binûsin û nûsînekeyan biçête naw xełkewe. tenanet ger kitêbî qutabxane be badînanî binûsrê, ewa ewende badînanînûsî betwanaman dest nakewê ke jimarey lîjney kitêbnûsînyan lê peyda bibê. we em kare debête hoy ewey bekurdî xwêndin lew nawçeyeda dwa bikewê .

duwem: ger eweş biselmênîn ke badînanî nûsîn serdegrê, ewe lepał hemû encamî dûrîda ew řastîyeş heye ke ew nûsîne her bo badînan dest dedat û nabê be zimanî edebî bo hemû ew nawçaney be kirmancîy jûrû dedwên. çunke edebyatî kirmancîy jûrû ta êsta her be botanî buwe û le kêşey siruştî beşeşêwe û şêwekanda dyare ke botanî be’asanî cêgey xoy bo badînanî çoł nakat û şêwey botan leber eweş ke zyatir pêy nûsrawe, le badînanî zyatir berew pêşewe çuwe û nerimtir buwe û zyatir le têgeyştinî xełkî kurdistanî xwaruwewe nizîke. eme bêcge lewey ke badînanî beşêke le pênc beşî kirmancîy jûrû (botanî, hekarî, bayezîdî, aştayî, badînanî), we zorbey xwêndewaranî êstay badînan ta êsta twanay eweyan nîye ke nek çeşnî nûsînyan legeł botanîda yek bixen, bełkû baş le botanîş nagen.