dewłetî ’êraq

Li pirtûka:
Serincê le Zimanî Edebîy Yekgirtûy Kurdî
Berhema:
Îzedîn Mistefa Resûl (1934-2019)
 5 Xulek  890 Dîtin

paş ewey carêkî tir dagîrker hatewe û «şarezûr bowe be deryay xwên û silêmanî gemîye řeng» û desełatî şêx meḧmûd paş nizîkey sałêk lenaw dira, nawçey silêmanî kira be lîwayekî memleketî ’êraq ke taze feysełî yekem hênrabû û kirabû be melîkî.

paş eweş le nawçey silêmanîda xwêndin û zor kat karubarî řesmîy desgakanî dewłet be kurdî hêłrayewe.

lew sawe û ta êsta şeş polî seretayî be kurdî dexwênrê, řojname û govarî û kitêbî kurdî lem nawçeye her nebřawe, firawanbûn û peresendinî ya kembûnewe û kizbûnî bestirawe be tîjbûn û hêwaşbûnewî hêrşî řijêmî koneperistîy ew serdemanewe. bełam be hîç corêk ta sałî 1961 sałêk řaneburdibû ke em nawçeye çapemenîy kurdîy tya nebê.

her wek le řojanî babanda em tewjimî ziman û edebyate nawçekanî tirî kirmancîy xwarûy girtewe, herweha lem dewraneşda ew dîmene her bînrawe. zor beser têkçûnî desełatî şêxî meḧmûda řaneburdibû ke ḧuznî mukiryanî çapxaney «zarî kirmancî»y hênaye řewandiz û kirdî be desgayekî ewtoy řoşnibîrîy kurdî ke ta êsta her le karda bêt.

le nawçey kerkûk û hewlêrda begşitî ya le hendê şwênda, hemîşe ya nawbenaw be kurdî xwêndin her hebuwe. hemû em nûsîn û edebyat û xwêndineş her bew zimane edebîyey buwe ke le silêmanî bekar hênrawe. bo nawçey hewramanîş, herwek tewjimî edebyatî baban way kird ke zor lewaney hewramî nebûn û be hewramî ya biłêyn be şêwey goran deyannûsî wazî lê bênin û bew şêwe tazeye binûsin. lem dewreda, xwêndinî kurdî her le zuwewe çuwe nawçey hewramanî xwaruwewe û her lew kitêbaneşda ke le silêmanî dexwênran, bem core le hewramanda komełê xwêndewar peyda bûn ke betewawî bew şêwe edebîye bixiwênin û binûsin. barî berewpêşçûnî jyanî abûrîyş way kird ke nawçey hewraman netwanêt lew qawẍe abûrîye koney xoyda bijî ke caran têyda bû, wate bê penabirdine ber berhemî kiştukał û pîşesazî hîç cêgeyekî tir bitwanêt bijî, boye le encamî têkełîy tazey abûrî û bazirganîyewe way lê hatuwe ke zorbey xełkî hewraman herdû şêwe baş bizanin. herwek siruştekey hewraman xoy ke wa hełkewtuwe ke bo kiştukał dest neda û destî pîşesazî û hawînehewar awedankirdinewe hêşta nek hewraman, bełkû hemû kurdistanî negirtotewe, eme way kirduwe ke xełkî hewrman lepał tucaretda (le derewey hewraman) řû bikene xwêndewarî û fermanber pêgeyandin. le encamî emeda way lê hatuwe ger caran le silêmanîyewe fêrker deçû bo hewraman û be şêwey silêmanî xełkî ew nawçeyey fêr dekird, êsta zor le fêrkeranî nawçey hełebce û tenanet silêmanî hemûy û ta nawçey soranîş xełkî hewraman bin û her bew şêwe yekgirtuwey xwêndin ders biłênewe. ger kesî ewtoşyan tya hełbikewêt ke xerîkî nûsîn û edebyat bê, ewe ewîş her bew şêwe yekgirtuwe denûsêt -be şêwekey xoy na.

bo nawçey sine û mukiryanîş - herwek lewêş her le serdemî babanewe û paş kizbûnî şî’rî dyalêktî goran her leser peyřewekey «nalî û salim û kurdî» şî’ir destî pê kird, her lew katewe ta êstaş em peyřewe her berdewam buwe. ew şitaney le nawçey sine denûsrên û degene ême, ya ew nûseraney xełkî ew nawçeye ke lew govar ya řojnamaneda denûsin ke carubar le êrana řêgey pê dedrê ya carubar kurdî êran le derewey wiłat derî deken, her bew şêwe yekgirtuwe denûsin. em biřyare zor qûłtir û firawantir beser xełkî mukiryanda dête dî, çunke nawçey mukiryan lepał eweda ke mêjûy edebyatekey em dû sedeyey le geł nawçey soran û silêmanî û sineda cya nakirêtewe, ewêş wek silêmanî sałêkî geşedar û zêřîn le mêjûy nîştimanperwerî û syasîyda heye ke karêkî tewawî kirde ser bizûtnewey řoşnibîrî û ser edebyat ke ta êsta te’sîrî her mabê.