fermanřewayîy şêx meḧmûd

Li pirtûka:
Serincê le Zimanî Edebîy Yekgirtûy Kurdî
Berhema:
Îzedîn Mistefa Resûl (1934-2019)
 2 Xulek  879 Dîtin

em tewjim û pêşkewtine kałay mandûyîy le sałî 1922da kirdewe û piştênî be’asûdeyî-řoyştinî ta maweyek lê best.

sałî 1922 le mêjûy kurdida serbasêkî zêřîne. ger le mêjûda ew sałe bêt ke le nawçeyekî kurdistana yekem qewarey tazebabetî kurd damezra û şêx meḧmûdî pêşewa beřesmî be melîk meḧmûdî yekem, ewa bo řoşnibîrî û xwêndewarî û kełçerî kurdî be sałî řesmîy ledaykibûn dejmêrrê û, lew sałeda awatekanî xanî hatedî û zimanî kurdî be řesmî nasra û wek ew deyfermû: «neqdê me bû be sikey mesûk.» le řojanî paşayetîy şêx meḧmûdda, zimanî kurdî beřesmî bû be zimanî da’îre û destigay dewłet û qutabxane. her «şêx» le destibeserîy hîndistanewe geřayewe paytextekey û, qutabîy kurd yekem sirûdî xoyan be kurdî bo wit. yekem car bû le mêjûy qutabxaney taze û hawdemda zimanî kurdî zimanî řesmî bêt.

řojnamegerîy kurdî lem dewreda çalakane perey send. şî’ir û edebyat bû be çekî parastinî şořş û ew qewareyey kurd. ew zimaneş ke le hemû em keynubeyneda bekar dehênra, her ew şêwe kurdîye bû ke le řojanî nalîda destî pê kirdibû û le dewrî herdû dagîrkerda perey sendibû.