komarî kurdistan

Li pirtûka:
Serincê le Zimanî Edebîy Yekgirtûy Kurdî
Berhema:
Îzedîn Mistefa Resûl (1934-2019)
 3 Xulek  1404 Dîtin

ew sałeş sałî damezrandin û desełatî komarî kurdistane ke mehabad paytextî bû û zorî desełatî le nawçey mukiryanda bû.

mêjûnûsan detwanin zor şitî řengîn derbarey ew sałe binûsin û nîştimanperweran û şa’îran û şořişgêřanîş le tomarî yadgara zor wêne û tabloy azayetî û fîdakarî bo becê bihêłn. bełam bo em basey ême, sałî 1946 ew sałeye ke zimanî kurdî be zimanî řesmîy ew nawçeye nasra ke desełatî komarî kurdistanî tya bû. fermanî serkomar bew zimane derdeçû, kar û barî destigay dewłet be kurdî bû, qutabîy kurd be zimanî zigmakî xoy kewte xwêndin. taqe çapxanekey (kurdistan) le mehabadda kewte geř û hemû şitê bo karubarî komar û qutabxane çap dekird û kitêb û govar û řojnamey kurdî kewtine derçûn.

ew zimane edebîyeş ke bo em mebesane be kar dehênra her ew zimane bû ke le dewrî babanewe geşey sendibû. tenanet le řûy xwêndinewe her berhemî tecrubey bîst û çwar sałey nawçey silêmanî bira û bepuxteyî lewê sûdî lê bînra. her wek le řojname û govarekanî komarekeşda karî em tecrubeye zor dyar bû.

lem sałeda řêřewî dwayîy beyek şêwe nûsînî mukiryan legeł sê beşe dyalêktekey tirî kirmancî xwarûda cêgîr bû û way lê hat ke her wekû ta êsta dengî sirûdî ew serdeme le gwêy ew law û kałaneda deziringêtewe ke ew serdemeyan be qutabêtî ya gewreyî dîwe. herweha te’sîrî cêgîrbûnî ew şêwe nûsîneş le berhemî ew nûser û şa’îraneda dyar bê ke lew nawçeyeda pê degen ya le bineçeda lewêwe hatûn.