hevałî bê şwên

Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
 8 Xulek  599 Dîtin
le wêş danenê kałe û pêtawê
berdebaz bigrê leser derawê
deştê dabêjê dundan nebwêrê
peytî kevřan bê û çustî hełdêrê
ne koxêk bêłê, ne koşk û heywan
her le hełebce ta girdî seywan
geyşte her kam le yaran serê
řawestê û beser kuřnuşê berê
soryaw, de kanî qełaço kirdû
degeł şêx wesan peřawpeř kewtû
ewřo bên wêřay quştepe û herîr
êsk û kelleser bikene sefîr
eger naw cerge eger lapeře
ta çaw biř deka meydanî şeře
řêgey lê negirin kend û qułî dê
aludey neken gaşe berdî řê
pyawane hestê be erkî teter
bêzarî neka mandûyî sefer
bo kawle wiłat negrî wek behar
wek nesîm bikşê ewcar berew şar
wêjewananî gewrey kurd le kwên
hem qurbanyan bê hem destewdawên
ḧacî qadir
řêy koye bigrê pêş hemû cêye
çunke baregay ḧacî lewêye
biłê hêdîNasnava edebîm kird beser gerdî to
hêdî bih tenya mehêłe ewřo
ḧacî, serdestey weten peristan
ḧacî, bwêjî şeyday kurdistan
berzefiř bazî sinûr bezandû
humay pîrozî peřawaze bû
serçawey waje lenaw serçawan
gewre wêjerî şanazî lawan
ewřo bê destê bigrê le şayî
nek her be çepkêk gułî seḧrayî
ke hat beharêk legeł xoy bênê
piştî zistanî xeman bişkênê
qani’-goran
nîzîk botewe ewcar řêgey dûr
lewêwe řêyek bixe şarezûr
pêdeşt bigeřê bigre binaran
ta bedî dekey hewargey yaran
dênê dû gułî bonxoşî soran
payîzî qani’Kes, qijzerdî goranKes
bêkes
ne řê be tirse, ne sîrwan lêłe
řast û çepî şar řêbazî xêłe
mizgênî deba bo zêye bestoř
tanceřo be milan hełdegrê papoř
dway pişûdanêk le say serçinar
be suleymanîda têpeřh ewcar
hemû cêy bełgey şanazî pêwe
dar û berdî şar maç ke leřêwe
ewdem şêx meḧmûd pêy naye serî
xakî şar birdî nirxî gewherî
hatî hat beser herêmda barî
karî sîxuřan kewte dijwarî
lewê qełb îtir nemawe bawî
ke çûy sikey zêř lêde benawî
ba kirdewey şêx nenûsê zeman
heta wedeng dê berde qareman
gewre pyaw dełêy mepirse le kes
be ałqey dergay bêkes bigre des
sergermî diłpiř ferzaney benaw
diławay siruşt berz û des biław
ta hebû gencî bexşî be kuř û kał
êsteş gencî xoy pê nekira betał
řojê xoy kirde mangî serzewî
tirîfey dabûy le berz û newî
ewřoş bê tîşkê bo ser min bawê
ke mang xoy hebû «ey mangNava taybet» m nawê
hêmin
şinêk le şemał sozêk le ziryan
ba bên bimałn řêgay mukuryan
ewřo herdûkyan debê karsaz bin
bên legeł qasîd le sinûr derbaz bin
ke gutyan sinûr pêt wabê çîye
mistêk xoł nebê, hîçî tir nîye
bistêk xakî xom lêm bote sinûr
lêkî dabřîn sine û şarezûr
kuř lew dîwey xet, bawik lew dîwe
away bawik û kuř lêk hełbiřîwe
le bîrme witêk le gewre pyawê:
kirdewey dujmin gaznidey nawê
her pyaw bû ke hat sinûrî dana
sinûr laş deçê be pyawî zana
eger çî şemał peykî şatre
teterm lewî şarezatre
řê bo wî texte çi ban û çi deşt
ne gwêy le tofe ne sêławî weşt
dexwazê bałî fiřîn le bazî
berew «mehabadCih» paytextî «qazîKes»
ew bê peřwaye ew tîj derwanê
ew be baregay «hêminKes» dezanê
ew lecyatî min hêmin dedwênê
ew dest le estoy hêmin werdênê
hêmin ke hênay «nałey cudayî»
ew her leřêwe deykate şayî
taq hełdebestê leser řêbazî
pêşmergey sinûr deçne pêşwazî
ew gaw gerdûn deka leser řêy
ew ẍezelî min dawête ber pêy
hêmin binałê koř dehejênê
ew bê, gyan weber şê’rî min dênê
xanî
çeper mawyetî yek dû hengawê
debê bazê bo cezîrCihyiş bawê
jîrane bibřê qonaẍî axir
şadî guł naka bê «xanîKes»y nemir
çi serdemî xoy, çi dway nemanî
kê bû şan bida, le şanî xanî?
ew carêkî xwênd teřaney evîn
ta dinya mabê, «mem û zîn» dejîn
cigerxiwên
keḧêlî teter hewêkî dewê
ta werdegêřê bo şam ciłewê
bo lay cigerxiwên azadey aza
ke ta bû legeł çewtî nesaza
ziman wek tîẍî be biřişt û be kar
day dênaye ser heykelî zordar
ew pişt estûr bû be çekî destî
deyzanî sexte «řêka serbestî»
bendî dî bełam kołdanî nedî
«agira sorNava taybet» bû deste çîley wî
barzanî
řêget heta bêy bîza û mendêye
pê le bîza nê bazde le zêye
were teterê serkewtûy diłsoz
ewcar badewe bo xakî pîroz
biłê barzanî serwerî min bê
bełam cêgay wî ser serî min bê
ke ew kewte řê îdrîsî ledû
were mizgênî bêne bełam zû
dêm gyanî şîrîn leber pêy dawêm
ta çyay şîrin berew pîrî dêm
her gyanêk bo wan ewîş wa bê tîn
zor keme û çibkem gyanî min dû nîn
xozge ew gyaneş legeł wan deçû
ya gyan leřêy wan ewřo dû debû
ta lewan dedwêm be witey kirç û kał
ziman degîrê wezman dê xeyał
ew gewreyî xoy ewřoş denwênê
ew şabeytî min legeł xoy dênê
boye dił deba çaw be sûrmewe
sûrme wek tozî kełaşî ewe
xoşewîstî wî mey bû min xwardim
germî dahêna derûnî sardim
piřî kird pestû û kelên û qujbin
têkeł bû legeł goşt û xwênî min
jengî bird le dił, kirdye awêne
henaw day beser, bû be gilêne
boye le hemû qonaẍî jînim
her kwê deřwanim her ew debînim
ke çaw debînê cêgey wî betał
wêney řadegrê awêney xeyał
ewdem min xoşim le yadî ewda
xeyał hênd dekşê, debête hewda
ser deba deřwa bo deryay bê pey
ne cêy cem dêłê ne dîwanî key
hełweda debê bedway wajeda
ser le xezêney bê bin ladeda
sewday hênd hêna û hêndî tase bird
beynî min û ew xeyał bote pird
katêk be yadî min xom xumarim
dekewte çopî wişey serzarim
le dił dêne zar, le zar dêne dił
wek melî bizoz defiřn çiławçił
sed car xwar û jûr debin û ser û bin
heta derdebiřn mebestêkî min
korpey saway min wa degirin ziman
bełam pîr nabin be sał û zeman
ewanîş řazî minyan xisteřû
dena kes agay le diłî min nebû
nihênîm kewte ber destî meḧrem
lewêřa îtir tenyewe ’alem
٭٭٭
nawdaranî kurd eger geyne cê
ew kate nobey gowendî min dê
ca ba bê dengî ḧeyran û qetar
swarî řêşme zêw bo cilît û dar
şimşałjen, şimşał bênête nałîn
lewlatir çaweş bidwê le evîn
yar kołêm, gerdin kêlê, ḧeyranê
ho şem, ho şîrin, ho gułe cwanê
kîjî kełeget meçek hełkirdû
zêwî leş le تاێ wałda weşardû
ba bên lewlawe, be cilî ał û sûr
kolkey zêřîney bingêwin le dûr
sîney saf yek û gwê bin êxe dû
pêkenîn sîḧir û řwanîn cadû
lifkey şedey mor, şoř û gułîng řêz
oyh desmałî kirdûn peřawêz
sê pêyî pêdan helî xořanan
ejno çemandin, pencey pê danan
řoyne be çopî, řadegrê lenger
her pêye û carê badanî kemer
hařey lerzane û lerzînî peřeng
wek dengî tavge le şîwî berteng
heyasih û piştên loy lêk dexwazin
be awatî yek xiřxał û bazin
bo xişił ałqey biskan bûne gew
solî bê bizmar kewtûn le birew
car car soranî řesaye dexşên
her biske û gerdin deka baweşên
leser memkołan delerzin bermur
lenaw baxełda mat buwe kiltûr
tiruskey tas û kirmek û gware
sinûr nanasin, bûne sitare
eger wa gîra destî dîlanê
kê bê û serçopî wek xom bizanê
ahuramezda bo nexşî zewî
firîştey hêna û ehrîmen řewî
geřî şayîm wek dêrî çarenûs
dê û boy deçemê serî zagrus
sipî řêz hewał bo bêxał dênê
agirî dax ser le turus hełdênê
ta perîy evîn dadebezênim
sirûd le wajey serkewtin dênim
ewe hat temî xeman biřewn
ewřo dîm cwan û dizêw řêk kewn
wek xewî derya, witey min ałoz
kořîş wa bepêy ’ezîzan pîroz