pêşmergey bênaw

Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
 2 Xulek  415 Dîtin
lêm bû be direng ay bo teterê
peyam bo çwarlay kurdistan berê
çolan bigeřê şaran mał be mał
teterêk tozê neşkênê şemał
jîr û qoçaẍ bê û gurc û tundutoł
ne aw řêy bigrê, ne befir û sehoł
be serinc biřwaw, xeyał dwandin
ne tîjêkî tîj, ne xoxawandin
ne zor swêr qise, ne yekcar nedwên
hem serma dost bê, hem germa bezên
řoj gegiř nebê û hełeşe be şew
řêbwarî be řoj, be tarîkî xew
eger bulêł bê û eger toz û tem
ne bîr le xew ka ne dûrbînî çem
tazîkan herdûk hawřêy lekin bê
nek qaremanêk lew beyne win bê
wek şwanî naşî neykate hewhew
bê pałênî řoj bê şewênî şew
bo hewraz tîr bê, bo lêjî tawêr
wek yek bin lelay řijd û serujêr
be demya neye, witey bê wate
xoy bidzêtewe le wişey dûpate
her xoy şeket dî le řêda tawê
wiçan berête ser kanî û awê
le dił weder nê xemî zemane
be horey cafî û syaçemane
řê zor dijware her şax û kêwe
qonaẍî zorin bełam le řêwe
biçne ser giłkoy pêşmergey bênaw
xo bextikerî win û nenasraw
biłê: cwanmêrî azay lêbûrdû
hełkewtûy merg be gałte girtû
peřkûřî řewez, piłîngî lêřan
estêrey geşî naw şořişgêřan
serî berzî xot bo gel kirde go
şanazîy hemû kurdistan bo to