kwêstan xan

Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
 2 Xulek  728 Dîtin
ew parçe şî’rey xwarewem le wełamî xanmêkî mamostay nawendîda benawî «kwêstan xan» nûsî û bom narde suleymanî, ke ewîş katî beşdarbûnim le mîhrecanî 70‏ sałey ḧikumetî şêx meḧmudî nemirda be parçe şî’rêk bexêr hatnî minî kird le suleymanî.
ẍełfim zor dî, turit û teř û şilk û nwê
le serçawe û le gwêy řûbarê biřwê
xorkewtinan zerdey tawim bedî kird
bo seyrî kurdistan serî hêna swê
«kwêstan»y berzim dî ewîş le germên
serî sewz û gułî le sîng û berwê
qumrî û qenarîm dî teřî beharê
neẍmeyan pê bû be soz û tam û xwê
ne gułêkim dî le şî’rî to bebontir
ne bulbulê bizanê wek to bidwê
demdî gwê le wajey şîrnî to degirin
pol pol, perî be cwê, estêre be cwê
herçend bulbul be kuł deynałand bełam
hełbestî to le kwê, bestey wî le kwê?
neyarî to û ferhengî to û gelî to
yaxwa be ser serda bê wa hełengiwê
witarî to sirudî bê nemane
le berzîda legeł hewran ser deswê
daykî weten toy her boye pêgeyand
gencîney bo daxey be hełbestî nwê
le kurdistan nebê, erê lekwêy dî
mîwan wa xoş bexêr dênê xanexwê?
bałaket wek ała bê, řast û hełkiraw
diłî dostit şad û diłî dujmin twê
pejarey namênê, hestî giř degrê
«hêdîNasnava edebî»‏ eger ahengî toy dête gwê
lay bîrî wirdî to teb’î min çi bika
ger wek sawa le bêşkey xoyda nenwê?