taqane

Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
 1 Xulek  598 Dîtin
ẍezelêk ewřo be bejinit debiřim wek etłes
ẍezelî wa debê neydîbê leber xoyda kes
hênde nask bê, ewîş řayełupoy wek peřî guł
ferqî pê nekirê legeł xot û bijakê be nefes
wek xunaw pake evînî min û to, bew şerte
weswesey maçî demit lêgeřê neykate hewes
nêrgizit dû heye, lîmo dû, gułî ałîş dû
ewî xwî taq bê leber dîdekema, toy û bes
dil le min zîz bê, le dawî kezî to pêwe debê
eto dêwane le zincîrî dekey, min le qefes
xałî kołmey to ke gîrode nebê, bo awa
leser ew agire, pîroze dekate qeqnes?
dwînê demdî ke şemał biskî řeşî şane deka
řêbware û dê, ewîş ’umrî minî dawete des
derdî awareyî xoşîy be witey «hêdîNasnava edebî» nehêşt
to le firyam were, ba kêwî xeman bênê heres