yadî yaran

Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
 5 Xulek  721 Dîtin
şinêk hat berî beyanî
ew şinem xoş hat le gyanî
le seran geyye dawênê
zanîm bonî yaran dênê
wiłatî dagirt xwar û jûr
ne nîzîkî hêşt û ne dûr
hat û hênay bonî behar
hemû cêy her kirde hewar
hat û hezar fexir pêwe
pêy na kurdistanî nwêwe
hat û hatnî wek hetaw
nawendêk û piřşing biław
hat û hatnêkî ewto
neyhêşt xem dagirim ewřo
hat minî xiste giřugał
wezmanî hênam wek minał
hat û way girt dewruberim
heway zozan kewte serim
ta lewê bişkênim tasey
zîndû kemewe ḧemasey
ewřo minim û dû qareman
herdûkyan şanazî zeman
dû řêber, dû yarî gyanî
dû pêşmerge, dû barzanî
seyrî min û hawseferim
ay eger min bextewerim
řêga řêk û sirûşt diłxiwaz
hawřêy şaz û dinyayek řaz
deçim hełdekşêm bo seran
naw çeperan ser sengeran
derfetêke legeł yaran
dîdarêk be şêwey caran
hevałî wî bê wefa nîn
ca çi hełgûrde û çi sefîn
zerd û mah û lêř û gełî
hemû aşnan legełî
lebin sêber û derawan
pêy wî denêne ser çawan
mazu darî dewruberî
çetir heł deden leserî
dên bo pałepşitî gaberd
řayexî deçnê şînawerd
her bizanin barzanî dê
wexo dekewn cê becê
metîn lewê řadepeřê
qendîl le befraw degeřê
bê xał awpiřjên deka řêy
kuřek ser dawête ber pêy
kewî şaxî boy dexwênin
wek xoyanî bexêr dênin
mandû her nabin le xwêndin
xwêndin ne qaqay serkewtin
şîrîn be sed awatewe
amêzî bo dekatewe
le karux hetawî bêtê
zozg sêberî dawêtê
ḧemrîn lêyan dûr bû sałan
ewsał geyyewe hevałan
hemû lay çya sengerin
pêşmergey wî bexeberin
diłsozî xawen siparde
hemûyan azay bijarde
ḧacî bîřuxî leserê
dujminî dawete berê
meḧmûd kawanî lewlatir
çyay lê kirdûne agir
le pîrsê melaşnî
suleyman mîrxan xerdinî
mîre ’uzêr dołe meřî
lêyan bote řiqeberî
daxwa şewnxunî şewê
kêheyan wepêş dekewê
kengê pêwîstî kird pirs
le kwê serî hełda tirs
es’ed xoşewî denêrê
kar be karzanî despêrê
le teqey «mamend şîrwanî»
barzanî ta twanî řwanî
çi «telye şînoy» teyarî
çi mêrî wek «’îsî swarî»
çi «ḧadê ḧesko» çi «ḧedo»
çi hurimzî melîk çeko
ewanîş wek «mela emîn»
hîçyan derbestî merg nîn
her boyeş ewan biçne kwê
tirs deřwa, mirdin hełdê
ew kare çarêkî nîye
êre bazařêkî dîye
le herêmî sewdaseran
dekirê sewday giran giran
ewey ew mektebey dana
pispořêk bû, azay zana
şêrî şeřî partî zanî
nemir mistefa barzanî
hat řaperî û be kirdewe
gelî xoy taqî kirdewe
serberzan dewreyan lêda
çendî wîstî xwênyan pêda
her xwên xwênî hate pałî
ta wa dujminî řamałî
îdrîs qetrey deryay wî bû
kewa deryay dinyay dîbû
bełam birya û hezar birya
lew tofane dûr ba derya
le evînda îdrîs û mem
herdû yêkemî bê dûhem
herdûkyan heřetî lawî
diłî estandin girawî
ew zîn bû hemû awatî
ew desûta bo wiłatî
bê wade herdekî birdin
beřastî bê şerme mirdin
٭٭٭
min weřez û qafye teng
debînî xeyał dête deng
xemxorî win û nadyar
wêjerî bê ziman û zar
ke ew usturey wan dênê
min bîrî tirim namênê
beserhatî zor le kine
ew nuktey gelêk şîrne:
kuř wek bawik, bawik wek kuř
nawyan ser zewî kirduwe piř
legeł komeł çi ew, çi ew
wayan peywend kirduwe pitew
dayk korpeyan denwênin
be beytî wan dey lawênin
şwan û werzêr cyacya
bewan hełdełên le çya
folkilorbêjî hunermend
nawî wan dekate ser bend
bełam zanî debîrî pîr
witey zaran deçin le bîr
kirdewey wanî dêř be dêř
hêna û nûsî be awî zêř
nexşî hełkendin le berdî
pêy giran kird nirxî herdî
heta witey zar û ziman
wek bełge kewte dest zeman
fermanî mêjûyî derçû
çûn bûne kakił bo mêjû
ta ewanem dêtewe bîr
hełbest supaye û min emîr
hêz le hemû lawe dênim
le lûtkan day demezrênim
çun be hîç çekê namirin
her cêye sexte dey girin
eger lê gerê temî xem
xeyał pêk dê legeł witem
dekewme basî evînim
ke hest giřî girt debînim
wişem çendî boy heme
wişey wek wan berzim keme
le bîrewerî kon û nwêm
zor bûn ewřo lêyan bidwêm
řastî nehêna zimanim
bełam min hêndey dezanim
lenaw ferhengî mêranî
wajey yekem toy «barzanî»
çî pê dekirdim karesat
ewdem xoşewîstî to hat
destî girtim bû be hana
sûçî poşîm, çakey řana
řîşey dakuta le gyanda
minî sûtand, minî han da
xwa toy nard her bo pena
sayey to pîroz bû dena
ewřo le şwênê bo şwênê
debû ba tozî min bênê
diłî min eger besoye
to ew kesey «hêdîNasnava edebî» boye
wek koyle newek hawřazit
serî xistote řêbazit
pêy binê ser mełê wirde
ser fîday to bê serkirde