şehîd kemałî řesulî‎

Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
 1 Xulek  480 Dîtin
‏herçî hembû çû le destim xoşewîstî to nebê
nem dezanî koçî to wam pê deka ewřo nebê
xurpe le diłim dênê ew dergaye herkes dête jûr
berd bezey pêm dadê pakî berdî ser giłko nebê
şînî to wîşkawî pê hêna be yekcarî dena
her qetarey bestuwe firmêskî min ewşo nebê
çawî wîşk bê to amancî mijoł bê çatre
xwênî ba lê biřjê dił bo to eger boso nebê
her kesê neydîbê nazanê xemî lêk hełbiřan
agirîş kem waye hêndey tîz nebê pişko nebê
kê bepakî û kirdewey pyawane wek toy pê kira
kwa hebû řûxoşî wek to mangî ser aso nebê
çarenûs hat û cudayî xiste naw ême «kemałKes»
to le destim çûy û hîçim pê nema řo řo nebê