gowend

Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
 1 Xulek  692 Dîtin
ew dem ke eto dugmey berokit detrazê
seyrî diłî dêwane ke, çim lê dexwazê
xoy dî leber awêne bizey hatê ke yanî
gul bew dû gełay sîsewe ba hênde nenazê
kes neydî le to hatin û řoyştinî bê naz
çibkem le řwanînî to pêk naye nyazê
min çim keme lew şem’e ke şewgarî cudayî
řûnakîye bo koř û be sûtanê desazê!
ne eto çit keme le cwanî, ne gencî meḧmûd
ḧewcê bû be jîrî û dem û řawêjî eyazê
dinyaye ke serlenwê be bûk bernewe, taze
her megîranî deka û şîrnî wek to nazê
min bałî homay tom bese bo bextewerî û, ser
wek lûtke çya, nabeme ber şapeřî bazê
to dêy we sema dên wişe lew nawe ke awa
awête debin beste le min, nałe le sazê
řîswa debî bew nameye meyxiwênewe «hêdîNasnava edebî»
her beytê dena hełdegrê perde le řazê