govarî awêne

Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
 1 Xulek  652 Dîtin
dił be derdanewe piř le xwêne
xem heye bîr û xeyał şêwêne
dest bixe destim eger dostî minî
hestê binwêne, xeyałê bêne
le witey berz û bepêz û nask
çît le diłda heye, bîdirkêne
were naw kořî wituwêjî min
folkilor bêne, meteł dahêne
bîke hawar û be dengêkî be qew
kê le xewdaye hełî’estêne
zêř û zêw her yeke nirxêkî heye
‏to ke genicit heye, meyfewtêne
nemdî damênê le řûy cwan û dizêw
wêne nagořê le kes «awêne»