bo koçî xalemîn berzincî
Li pirtûka:
            Karwanî Xeyal
        Berhema:
                Hêdî (1927-2016)
        
             1 Xulek
             1256 Dîtin
        
        
    ew carîş eger gencê le des çû
yasa bû, feta tawanî nebû
siruşt wek tirsî paşeřojî bê
gencîney be xak espardin hemû
her korpey leber dayk hełgirtin
her serî berzî le gił řakirdin
çendî yexeyan leber dadřî
her şêlgîrtir bû dêwezmey mirdin
hevalan wa çol deken hewaran
beharîş neyma seyranî caran
xwaye qonaẍî tiryan kwêye wa
barge û bineyan pêçawe yaran?