gałtey cêjin

ẍezelî ’îşqî
Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
 2 Xulek  932 Dîtin
cogeley xwêne lenaw dîdeyî giryanmida
zor lemêje nîye hîç «’ane» le gîrfanmida
her dełêy cergî mine let let û sûr û kun kun
ew tematey hełî xist «mêrê» le serbanmida
cigerey řozmen ełên zore bełam min nemdî
ẍeyrî ew řoje lenaw baxełî mîwanmida
to ke cûcey were naw kawlî me’dem çi dekey
le serangiwêlk û tewîle û lebin heywanmida
serim esle’ buwe her çeşnî kidu û êste nîye
daneyek espê lenaw zulfî perêşanmida
dwênê şew hîç nebû bîxom û le daxan nûstim
le xewa dîm «teře pîwaz»e lenêw nanmida
min ke demgut nîye şoxêk ke diłim biřfênê
goşt bizin hat û be carêk ser û samanim da
dostekem hat û gutî êste wiłat çole were
ke deçim makerî «muxtar»e le cêjwanmida
min lelam wabû ke her gîpeye řêy çare keçî
sawerîş çeşnî mesîḧaye le dermanmida
hênde bê goştim û tamezro hezar carim kird
fikirî ew toze çeqałtey ke le nêw řanmida
ça bû zûm zanî zigî hełnedřîm kak ....
denke mêwjêkî řeşî dîbû le «cizdan» mida
řank û çoẍe şiřekey min ke be sûrî hawîn
lerz û tam lêye ebê çon bê le zistanmida?
hemû kes derdî heye kake bełam derdî min
her girantir debê wek gwêlkê le pizdanmida
dengî řîxołeme şimşał le zigmida çi deka?
ewe sazêke lenaw bezmî feqîranmida
şî’rekanim mebe kake nekû řojêk lenekaw
toş bidey kewłî xezû û turme beser şanmida
cêjneye û bonî kebab dê le hemû laye minîş
her kułoy xwêye ke qirçey dê le qelyanmida
mam ’elî xoş bî eto û derd û bełat her çî heye
ba le nanî řeq û çay şîrnî beyananim da