mela

Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
 1 Xulek  746 Dîtin
behare û sûreguł dayan gemaro
hełałe û nesteren şîn bûn le aso
wekû deştî xuten xemłêwe seḧra
leber nazî şeqayq, ’etrî şewbo
sefay ew kate gerçî aşkiraye
bełam tamî nîye bo min bebê to
şewî dîke melayek hate êre
ke quban ḧez dekem min bême lay to
le cêgay xom beratim sed teẍare
feqêşim her buwe ta heşt û ta no
hemû sałêş le gundî dawyanmê
meř û manga û bizin bo mast û bo do
be aẍay gut mebestî xoy kem û zor
ewîş gwêy daye aram û leserxo
le paşan pêy gut aẍa wa dyare
ke řoyîn bo melayan bote aho
ke nîte natewawî û naguzîrî
edî boçî deřoy axir mela bo
tewawî jînî to her hatuçoye
le herdûk lawe bûye řayeł û po
nema cêyek ke to sedcar neçûbî
gewirk û menguř û pîran û ako
heqî nwêjê le řûtî wa esênî
ke agirî pêwenêy lêy naye boso
beratî çak û qedir û ḧurmetî zor
biřo şukirê bike danîşe bîxo
mela řoyşit û birya her nebayen
melay waw şa’îrî wek min çeqesro