fewzye
Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
4 Xulek
1468 Dîtin
were ser der ke wekû mang le swê
gułekem tawê legeł min bidwê
wa le řêta serî sergerdanim
çaw be giryanewe lêt deřwanim
gyan pepulêke le dewr û berî to
wa giřî girtiwe le sayey serî to
dił be awatewe her dêtewe lat
serî danawe le řêy hat û nehat
werh seyrî min û řengî zerdim
derdî dûrît û henasey serdim
lêk deken řojî min û pirçî řeşt
řengî firmêskî min û kułmî geşt
zerde zor kewt û beyan zor engut
be henasey şine guł zor pişkut
çawî min herçî de řûy to řama
lêweket pê nekenî û her wa ma
cûtê lîmo ke leser sîngî ton
wîst û diłxiwazî minî tamezron
çi biłêm çende sirûşt areqî řişt
ta weha cûtê memî toy dařişt
temenit geywete çarde be xeyał
taze zerd heł degeřê lîmoy kał
şem lenaw perdewe kiz denwênê
mem lebin êxewe dił deřfênê
cûtê goy zêře be çend mang û sał
xiřî hełdawe leser zêwî qał
sîng û mem to biłê nek zêř û zêw
zêř û zêw key buwe wa nîşe bizêw
be dem ew goyewe denkê yaqut
beserî lalewe ma agirî řût
be kizey bawe ke lîmo dewerê
memî to her be henasêk delerê
ey mehabad eto cêy şanazî
pêy geyand baweşî gerimit qazî
korpekanî to le xan û serdar
be serî berzewe çûne ser dar
nîye jîn nirxî le pênawî to
ser biçê û berzewe bê nawî to
berze cêt to serî kurdistanî
lanî kar mamzî, cêy şêranî
dîmenit çeşnê debziwênê ewîn
gałte bo kîj û kuřî ton mem û zîn
kuř û kałî to hemû şox û şeng
kîjî çawmest û xiř û nêwqed teng
geřekêkit heye, mizgewtî sûr
řuḧ leser wê degeřê dûrawdûr
derk û ber pencere, jûr û heywan
ḧewş û kołan û qulîniçk û serban
ser şeqam û çem û pird û řê baz
piř le piştîn şilî neşmîl û benaz
gułî lê şîn buwe herçî detewê
ẍełfî hênawe teř û şilk û nwê
řoj direnganê demew êwawe
kîj û kał dêne ser ew řûbare
goze aw hełdegirin bazne le qoł
çetrî ser kułmeye biřjang û mijoł
her gułîngî şede zor piřkare
delerê û destiřê jengî gware
nayełê xişłî serî hełgirê jeng
zerde derkewt û tiruskey dê pereng
diłnya nîn le zimanî be diro
pêkewe dênh ziman çaw û biro
mangeşew hat û le derk û banan
kořî diłdarî debestin cwanan
biskekanyan be pişûy ba deşetê
bonî xoşî be hewada deřetê
dił delerzênê şewanî şewezeng
dengî bermûrî kiçî şox û şeng
nîye cêyek wekû ew şare lelam
her çî têydaye lelam cwane bełam
gułî wek toy nîye pak û řûsûr
laley û kewtîye naw małî bilûr
fewzye taqe gułî naw şarî
peykerî cwanî eto û gyandarî
nwêjge gerçî le penay małekete
ḧec bełam dewr û berî xałekete
dey şemał toş were xemxorî kon
zorî wek min be temay hatnî ton
bige firyay diłî piř le xwênim
degrêm řêm nîye bîşîdwênim
biço lay û biłê bew dem qende
agirt kirdewe lew mełbende
her le řojî hewełî derbederîm
’îşqî toş hoyeke bo kwêrewerîm
be heway toweye dê xurpe le dił
dił her î toye heta deyxene gił
ew demem xoşe ke toş lewlawe
kezyekanit bideye dem bawe
ba perêşanî bika wek diłekem
hełmijim lêrewe bonî gułekem
ey mehabad be xwam espardî
lêre dił sard bû minîş bom nardî
hatewe baweşî germuguřî to
hełweday aw û gilî ton kuřî to
her çî hey to gułî yan gułdanî
awedan bî, wetenî kurdanî