payîz

Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
 2 Xulek  2328 Dîtin
payîze her be kizey bawe xezeł hełdewerê
mel le hêlane le serman serî nakate derê
şexte birdûyetî dar û dewen û deşt û zewî
tozî sîxwarî leser nîştuwe hewraz û newî
zerde lêy dawe lih dûrřa detruskênê sehoł
şewnim û sewze gya bûnete firmêsk û mijoł
serî şêwawe denaw hewr û temêda qendîlCih
gułî nêw baweşî peřpeř bû, hemû řoyî be dîl
ser desûřênê kilwî befir û be ziryanewe dê
dê û leser wîşkeł û puşî gułî şewbo dekewê
bend û sermayekî waye ke zewî řêk dekuşê
dar û berd û liq û piniçk hemû lêk hełdeweşê
xoy deparêzê be lewnêkê ewî zîndewere
cêy leber agir û naw jûre ewî gyanlebere
ẍeyrî pêşmerge ke her sengere cêy řoj û şewî
sengirî girtiwe birdûye zirawî netewî
hêndî lê şîrne řasan û şeř û dest û tifeng
kuřî gořîn deyewê řêkî kuşê sengerî teng
dełê ey dujminî napak ewe goye û meydan
ebê her qişłeyekit lê bikeme girdî seywanCih
min kuřî kurdim û sewdaserî kurdistanim
nîye lam nirxî le pênawî wetenda gyanim
piř le şanazîye ta êste hemû defterî min
cergî dujmin debřê řojî hera xencerî min
befir û serma çîye, sed hênde ke biřjête serim
nîye bakim ke emin gulle le baweş degirim
berî min nagrê dujmin be gef û top û teşer
nabê řizgarî le çengim ecelî geywete ser
şerte kirdûme degeł daykî weten, ya demirim
yan le dujmin heqî fewtawî gelim werdegirim