gułî xwênawî

Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
 3 Xulek  1091 Dîtin
kołimit geş û řûnake, dełêy tîşkî hetawe
cwançakî kirasêke be bejnî to birawe
ask siłe, nek hêndî to neşmîl û řezasûk
guł pê dekenê nek wekû to wa beḧeyawe
biskit degeł ew řûmete têkeł buwe her wek
baẍî gułe peřjînî be řeyḧane kirawe
sed ḧîkmetî ger xwêndibê, nazanê be derdim
her kes be giřî agirî to hełneçzawe
cwanît bese, bermûrekey estot bipsêne
min kurdim, ezanim ke le bendî çi kirawe
ta gware le gwêt dête lerîn, dêtewe bîrim
her lawê ke lew xake le sêdare dirawe
ew lale ke deybînî wekû řûmetit ałe
her xunçeyekî xwênî şehîdêke řijawe
herçî heye her basî biro û bisk û xet û xał
her beynî min û toye ke kes lêy nedwawe
her mercî min û toye weten mawe wekû xoy
hewdaye weta min hem û to hey nepsawe
seyrî ke le dest hełmet û parêzî kuřî to
dujmin le hemû lawe çilon mêşkî pijawe
dengî kuřî to dujminî hênawete lerzîn
dengê ke ełêy hewre beser şax û çyawe
hawarî gelî to ewe derçû le nihênî
ew perde be gulley kuře pêşmerge diřawe
serkewtinî toy dîwe weten, dujminî řûřeş
wa řojî řeşî hat û çiray řûnî kujawe
ew cogele xwênane ke deřjêne xiř û doł
firmêskî kuřî to nîye wa lêł û quřawe
xwênî diłî dujminte weten takû nełên pêt
tołey nebî û ’îzzet û mîre nekirawe
kawanî gwê bigre le dengî gelî azat
ser hełbiře lew xake bibîne çi kirawe
tawanî wekû toy çuwe pêşmerge ke satê
nesrewt û heta xwênî ne’estand neḧesawe
tołey be çî destêndirê gencêkî wekû to
ta bin serî ałay gelekey lê neçeqawe
ała debê cêy bin serî to bê ke nełê kes
ew perçeme řengîne be xwên aw nedrawe
şanazî eka kurd ke le meydanî xebata
barzanî qełay asnî kurdî be penawe
barzanî serokî meznî komełî partî
kurdêk ke heta hebuwe beserberzî jyawe
îlhamî lewî werdegrê partî xebatger
wa bo wetenî gyan û řuḧî hîçe belawe
jenřałê ke her ew temenî pîr û cwanî
danawe le řêy ew geleda û kołî nedawe
ey xoş bî weten bo kuřê girtûte le amêz
ey neřzê desî tołestênit kuřî kawe