beharî kurdistan

Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
 4 Xulek  1324 Dîtin
çend le xunçey berbeyanî cwane zerde û pêkenîn
bo nemamî bejnî to sed hênde çopî û hełpeřîn
dîmenî şîrîn û kołmî sûr û bejnî řêkupêk
kes temaşay toy nekird wek min ke neygut aferîn
gwêt le min bigre gułim takû be kurdî pêt biłêm:
basî kurdistanî gewre yan beheştî ser zemîn
leşkirî bay we’de hat û tepłî şadî girte des
naye ber pê şax û herd û kewyebefrî hełdiřîn
aweçořey kewte bin, befrî nwałe û şîw û doł
tik tikey deřjêt û detrûskê wekû duřřî semîn
xakelêwe hat be ałay dewłetî newrozewe
daykuta perçem leser kwêstanê wêney fatḧîn
hewrî pol pol û gewałî dan beser yekda şemał
cêge teng bû, pêkî dadan pêçewane û řasteqîn
kwêr û keř sersamin, ew deřwanê, ew gwê hełdexa
yan şirîxey hewre yan berqî birîske û têkxuřîn
xorinşîn deyda beser xoyda ke bo řoj hełnehat
řojhełat deyda be ejnoyda le tawî xorinşîn
dayřjand baran be xakî kurdewarîda çilon
her wekû firmêskekanî min le dûrî to girîn
çîmenî kirdote payendazî bûkî ser çiłuk
şewnimî kirdote gwarey gwêy gułałey sûr û şîn
bulbulî mest hełweday yaqûtî naw pîrozeye
derdedarî ’îşqe kengê ser denête ser serîn
çon binûsim min ke çon şillêr û beybûn lêk diran?
çonî tarîf kem ke çon mendok û bîza têk bezîn?
tûle řêwasî serî hełda, diřî perdey ḧeya
nask û turit û sipî wek qołî yarî nazenîn
banemeř hat û hewarî bo nişîmen hełbijard
wek leser textî zumeřřed dabezê sułtanî çîn
bo bexêrhênanî mîwanî beřêzî herdubo
çaweřê wêstawe dawên piř le laley ’enberîn
řaperî qumrî serî xunçey pisand û xistye pêy
wek ke şêwey kurdekane gaw û gerdûn serbiřîn
bay şine bo pêşwazî nerim û hêdî kewte řê
zêřweşanî kird sikey bê nexşî pelkî yasemîn
xêł ewe bargewbiney hełbest û gewrey qafłe
karwanî birde serçawey jyan û dabezîn
wek qełay ew ’êle bê serhozî sengîn û giran
çadrî hełdawe no estunek û sê la berîn
lawî şox û şenge sergermî cilît û teqłeye
bêrye baskî heł deka deřwa be qaqay pêkenîn
laye kařey mêgełî paraw û nirkey şekberan
lay tirî ḧîley keḧêlî tosin û espî bezîn
zimzimey cutêre, dengî lawke, goranîye
hełpeřîne, dawete, şekwaye, êxedadřîn
şwane bilwêrî we nałîn xistuwe beytî kon deka
kake mem xoy way nezanîwe hewałî xatû zîn
gerçî şîrîne beserhatî syamendîş dełê: 
her le pênawî weten ser berz eka heł’awesîn
yanî ew xake gelêk lawî ledes dawin bełam
ḧeyfe bo ẍeyrî şehîdanî weten giryan û şîn
ta be çawî xot bibînî herçî ewřo lêy dwam
destî min bigre were ey xoşewîstim ba biçîn
natewê koşkî biłînd û burc û qesir û sersera
esteřCih û qendîlCih û samřendCih û sipîřêzCiht ke dîn
zorî pê naçê ke emin û to be kwêrî dujminan
pêkewe serbest û azad her lenaw gelda dejîn
destî yek degrîn û wêkřa seyrî kurdistan dekeyn
ême koyley kurdekanîn wek syamend namrîn
hêndî min dîtim le řaburdûy jyanim swêr û tał
her be řizgarî wiłatim dekirê sařêjî birîn
lew behare xoşeda, lew şadîye pîrozeda
pêşkeşî bejnî cwanî to siławî agirîn