pîtî «z»

Li pirtûka:
çepkê le gûllalle sûrey Şarezûr
Berhema:
Elî şarezûrî (1930-1982)
 1 Xulek  707 Dîtin
ziłfe lûleket kird we çeperwen
wey «keł» eřwanî le paynî derwen
***
ziłfekey bada wek pete gurês
małewmałyesî wek mangay çiłês!
***
ziłfî lûl nebo ce karxanew wêş
ḧaşa lew ziłfe min bêzarim lêş
***
ziłfî şorde û honayewe
sipêyek ha we gonayewe!
***
ziłe ziłê tê, ziłe le baxan
le dermał bêwe bûy we çiraxan
***
zorim nemawe bimnêne qefes
ne çaw têr exwa û ne dił yejê bes
’eşqî ew yarem ta axirnefes