pîtî «ř»

Li pirtûka:
çepkê le gûllalle sûrey Şarezûr
Berhema:
Elî şarezûrî (1930-1982)
 2 Xulek  869 Dîtin
řaste sîneket wek loke nerme
her şew le cêyek mezanit germe!
***
řankuçoẍey sipate
dayme diłekem lelate!
***
řane çermû sûr pałwênî nawe
qafłe le «’ecem» cerde lêy dawe
***
řanekem řoyî bin dar we bin dar
çiłê dar dawye le gonay nazdar
cêgey çił nîye, cêgey didane
be çił eypoşê ew kiçe cwane
***
řanekem řoyî we řandoşewe
boy nawe we boy peçeřeşewe!
***
řawestawe lew ḧesare
birjangî tîj wek bizmare
***
řûmet peřey guł, qamet wêney ney
kuneket piř kird le deryay bê pey!
***
řûmet qewçawe dêzî meymûn dem
bo le minit girt řêgay ban û çem?!
***
řeşim poşîwe, řeştir le banî
tazêbarî tom naşê nezanî!
***
řeşeřeyḧane ekem be bowe
şanazî ekem beboney towe
***
řenge sûrekem bo to kird we bey
le xwam gereke we miraz negey
***
řêgekey ber mał pêç ekatewe
namerd kesêke la nekatewe
***
řêgekey małyan em serewjêre
sergoy memkanî se’atjimêre!
***
řêgey merîwan daçênim we guł
ba pya bigeřê yarî bałakuł