pîtî «di»

Li pirtûka:
çepkê le gûllalle sûrey Şarezûr
Berhema:
Elî şarezûrî (1930-1982)
 6 Xulek  1191 Dîtin
daxê le diłme: leyl syapoşe
şayî û zemawen leber ew xoşe
***
dadî xom le des bêwey şûmerde
we qawiẍ řeşo miney şûkerde
***
dadî xom le dest bêwey gełałî
desxeřey kirdîn her be minałî
***
dadî xom le dest cefay şwanî
hewweł pêy petî dûhem kwêr nanî
***
darekey bermał geła saf û lûs
xesuwe pîrekey lêm buwete casûs!
***
darekey «serkel» ba eyşekênê
maçî bêwejin lêw etezênê!
***
darekey lay mał binekey çałe
minî kuştuwe, ew denke xałe!
***
darekey małyan pelî dayeła
diłdarîy xoş bû, bawkî neyyeła
***
darekey małyan şineşnyesî
xozgem bew kese çawciwan jinyesî!
***
darî darmêxek ’emrî nemênê
her kes heł’esê mêxek esênê!
***
darî lank, darbełalûke
kuř kirmance û kiç nobûke
***
darî lank, darxiřnûke
westay lank le kerkûke
***
darêkim nawe le berdeřeşe
sêwî girtuwe wek memkî xorşe!
***
darêkim nawe le jûrî dêwe
kotrêkî milberz nîştuwe pêwe
***
«dałemêz» ’aciz, «pîrřostem» mate
saqî lûl û peř nergiz bałate
***
damanî suxme goł goł zengyane
naskem «amîne» bûkî bêgane!
***
danekey demit we ałtun derçû
yarî tazet girt minit lebîr çû!
***
dawte we serta çarekeyê řeş
bûy be mamosa le dêy «tepeřeş»?!
***
danîşe be şad, menîşe xemîn
çerx wa le geřyan meyl wa le kemîn
***
dayk wequrwan keley kiławit
deştî şarezûr bo tancîřawit!
***
dayk wequrwan «helumele»ket
fîşek çep û řast dewrî keleket!
***
day be lameya «sewł»y xatir teř
neyut: azardar ’aqîbet weşeř
***
didan şaş û waş wek pişkemeşke
ziłf girê girê wek qufłe řeşke!
***
diłdarîy xoşe beşerit bîzanî
yan le mał bawan yan leser kanî!
***
diłdarîy xoşe dû dił leser bê
nek to małwêran ew bêxeber bê!
***
diłe bikewîte jêr pay minałan
nekey çaweřêy kasawsêy małan
***
diłe sya bî wek ser kefî «xim»
kem bike temaşay hetîwî merdim
***
diłekem be fway diłey teřit bê
ew koçe kirdit koçî şeřit bê!
***
diłê bo diłê bo yek nekułê
wekû mom û řon bo yek nezłê
***
dû kotirim nawete taq xełkî pêy dełên «sone»
dû dił ’aşiq be yek bin bizane ḧałyan çilone!
***
dû kew le qefez giftugoyane
basî bêşertîy min û toyane!
***
dugmewdołayî banî sîney ał
bûnete perjîn baxî pirteqal
***
dû guł danîştûn lepałî «seko»
gewreyan bo min biçûkyan bo to!
***
do’at bo ekem lay şêxî sołe
řizgarit bika le paçekołe!
***
dostî dirozin ser bedro leqên
dełałî dezbiř, bin kîse tekên
bin kîsey tekan kirdye desmaye
kirdî be «tewes» kem kuř kêşaye
***
do’am we do’ay ḧacî leqleq bê
bawke pîreket wek şûtî şeq bê!
***
do’ayek ekem gişt bêjin: amîn
bedkar nemênî leřûy serzemîn
***
dermanî derdim hale «xaneqî»
hale baxełî kiras şalekî!
***
derewî co geř piştî şikanim
cwanî ew kiçe małî řimanim
***
dezgîran meřo, dezgîrantim
camî ebenûs ber gîrfantim
***
desřî destit guł pence penxe
bo hareq siřîn řêgey hełewce
***
deskî destařit ba sengeł ço bê
gel gel nazdiran le dewrit ko bê
***
desesřeket guł wêłe wêłe
bo areq siřîn řêgey «tewêłe»
***
desesřeket guł wêłe wêłe
şayî le «’erbet» bûk le tewêłe
***
dest we demançey miştû piřewe
memkî zîřey tê we dest kuřewe
***
dest we demançey miştû «pełk»ewe
gîrman xwarduwe we kiçî xełkewe!
***
desey bêwejin ḧewtyan we paçê
swênim xwarduwe we małma naçê!
***
desey bêwejin dayane taşê
mareyan ewiřn we «...»!
***
desey bêwejin hato le kanî
hezar kiçe’azeb bê be qurbanî!
***
deştî ber małtan be çaw ekêłim
dił fitwa nada wecêtan bêłim
***
deştî germyan kakî be kakî
bebê bałay to wêran bê xakî
***
deştî germyan kakî be kakî
çunke toy lê bûy awa bê xakî
***
dem qen, dadin qen, giştî her qene
wêney darmêxek guł pêwey bene
***
dem qen û lêw qen, giştî her qene
biłê: qenfiroş keley qen çene?!
***
dem gird, memk gird, gişt gyanit girden
hîç kes wêney min pey to nemirden
***
dem nyam demit sakin bî derdim
oxey nemirdim, demit maç kirdim
***
demeket bêne têr têr maçî kem
ziłfeket bêne qepçer paçî kem
***
demeket bêne têr têr maçî kem
le kê etirsî xincer paçî kem!
***
demeket bêne maçî kemewe
le çî torawî aştit kemewe
***
de megrî megrî bo lûtewane
nardûme bot bê le şarî «bane»
***
de megrî megrî, çawanit dêşê
daykî xot nîye nazit bikêşê
***
de megrî megrî, giryan girane
herçî to degrîy, małim wêrane!
***
dengim dernayê takû binałim
areqî gonat be lêw bimałim!
***
dengim dernayet her henaseme
le dûrîy bałat xeylê taseme
***
dengekem nayka seda hełbênim
bûk û birajin le mał derbênim!
***
deynî min û to be gerdin kaket
hêzî lê biřîm xałî çenaket!
***
deynî herdûkman be gerdin daykit
min řencim kêşa kê nîşt le sayet?
***
dîsan barî xem nîştuwe le lêwim
bo řeḧmê nakey be diłey peşêwim?!
***
dîsan dûbare, şan da le şanim
agirî pê nebû, sûtanî gyanim!
***
dîsan dûbare şan da le şanim
kafrî kafirbab sûtanit gyanim!