pîtî «x»

Li pirtûka:
çepkê le gûllalle sûrey Şarezûr
Berhema:
Elî şarezûrî (1930-1982)
 5 Xulek  905 Dîtin
xałanim jimard yek û dwan û syan
«zalû»ekey lêwî minî xist le zwan
***
xałanim jimard yek û dwan û syan
xałî çenaket kirdimî sergerdan
***
xałdarî ... bûkî gewremałî
bimderê maçê gewre nît minałî!
***
xałdarî ... dû xałit pêwe
bimderê maçî lew demulêwe!
***
xałdarî ... xał wirdî wirdî
řeḧmet lew dayke perwerdey kirdî
***
xał kutê hatuwe ełên: xeřate
herçî xał ekewtê yejî se’ate
***
xałî qul yekê, hînî çene dwan
zaluwekey lêwit minî xist le zwan
***
xałêkit kuta le guncî lêwit
be’enqes kutat bo maçî şêwit!
***
xałê le to dîm yek le ’etaran
yek le sosenxał serbaşqey xałan
***
xałê le to dîm yek le êran
nemdî xałê tir wek xałî ceyran
***
xałê le naw beyn ebroy to bene
yekcar ew xałe řîşey dił kene
***
xanim xewtuwe çun xermaney guł
pencey řeştuwe, nay we banî dił
***
xanim û xuraman hatin we cûte
bo ser şexis eçin bo «binawesûte»
***
xałê ha we ban gonay «ayş»o
«hełewce» têrê we «dereşîş»o!
***
xałê ha we ban gonay «’ase»we
berzince têrê we «moryas»ewe!
***
xałê ha we ban gonay «fate»we
«qulwełła» lebîr şêx ebatewe
***
xangêkit bo bikem le berdî meřmeř
baweşênit kem we řîḧaney teř
***
xiřxał û bazin, go û dełeke
giştî le sîney yarim kełeke
***
xiřinge ho xiřinge, xiřingey camekan
min key destim bird bo şemameket?!
***
xencerî deban nebřî ḧeyatim
daykî ḧew kuř bît her be tematim
***
xwa bîwřê maç we zordarî
dem xoy neyhênê we minetbarî!
***
xwa bîwřî meyl we qînewe
sûtayn we tasey yektirînewe!
***
xwa bîwřê namey «...»
le delaqewe desî bo berî
***
xwa bînûsê qełem bîka kar
bêwe bo řîşdar kiç bo herzekar
***
xwa bîwřê neway dûr be dûr
dem nenêy we ban gonay zerd û sûr!
***
xwa xwaye û pêẍemer řase
şuwe guleket bo mirdin xase!
***
xwa xwame mang bwê awa
destê bikutim bo baxî sawa
***
xwa daykit bigrê bawkit řûsya
toyan le min kird bo małî dinya
***
xwa gyan hełmidey lem ber bo ew ber
bimxeyte baweş fanîle leber!
***
xway banî ser xistimye cayê
mel we melî xoy we lama nayê
***
xway banî ser qar bigrê lêtan
gewre ta biçûk der neka lêtan!
***
xway banî ser kerîm xanî lek
me’mûrê derka bimanxato yek
***
xwa nekero bed be gyanit bo
bed be nêçîrî dijminanit bo
***
xwa nekero to şût kerdebo
teşrîfû xêrit «hewlêr» berdebo
***
xwaye hełmidey wey «go» le meydan
bimxeyte naw beyn dû dêy germyan
yekyan «mîl qasim» ewyan «qełatewzan»!
***
xozge emzanî bo kê řeşpoşî
ełêy demançey qaçaẍfiroşî!
***
xozge lem dinya toyan bayê pêm
ḧaşa le beheşt dozex bayê cêm!
***
xozge lem dinya sê şit nebwaye
pîrî û feqîrî û mirdin nebwaye!
***
xozge le hewweł nebway be yarim
nebway be bays diłey xembarim!
***
xozgem be sîrwan eřwa bebê xem
«qetre» epêkê we řûy «qereçem»
***
xozgem bew řoje çûyn bo cewteke
şeqey maçumuç bin eşkewteke
***
xozgem bew řoje şeřeke kirya
řîş wek gułe co deskene kirya!
***
xozgem bew řoje genmeke řijya
ḧew mêy teł weser leserî kujya!
***
xozge min ebûm lecêy ew hewre
emkirde sêber bow małe gewre!
***
xozge min bwayem lecêy ew tiłfe
şekirim enoşî lesay ew ziłfe!
***
xoşî xoşîte genim pak ekey
bo kabray wirgin xot hîlak ekey!
***
xoşî xoşîte yejî: mêrdim hes
bîkey we serta quř we herdû des!
***
xoşe lay xoman darudewene
yarmî hatya bo min wetene
***
xoşe hewraman be guł řengîne
temaşay nemam sema û zemîne
***
xom be xomim kird berdibaranim ken
wêłî bax û bey nazdaranim ken!
***
xom be xomim kird karî bê karî
le dway bałaket terke diłdarî
***
xom be xomim kird gahu serim ken
ew kiçem bidenê û le dê derimken!
***
xo min awî «çeq çeq» nîm
têkeł bim le «qilyasan»
xo min řadwêy ḧukmet nîm
damnên bo dengubasan
xwaye dezgirî be bałim
ew kiçe bênim be asan!
***
xo min şêt nebûm, bo şêtim eken
ḧekîm ha lêre, bo beẍdam eben
***
xo min kotir nîm we quley banewe
bêwejin bênim we xêzanewe!
***
xermaney dawe çun xermaney guł
çînê bałaberz çînê bałakuł
***
xele le xerman meło le «baqe»
leser sîneket kiryam felaqe!
xełkî xem dekiřn min xem defroşim
wêney semawer bekuł ecoşim
***
xewêkim dîwe dwênê nîweřo
beheştim dîwe řaste yan diro?