pîtî «ḧ»

Li pirtûka:
çepkê le gûllalle sûrey Şarezûr
Berhema:
Elî şarezûrî (1930-1982)
 2 Xulek  862 Dîtin
ḧacî! ho ḧacî! we şemłet qesem
agirî ḧacîjin berbuwete cesem
***
ḧacîyan le ḧec, mirîdan le ẍeyb
diłdarîy xoşe boman buwete ’eyb!
***
ḧaḧay gagêre tozî bin xerman
bo tozê kaẍez lêm bû be derman
***
ḧakim nemkujê nemxate jêr dar
legeł koçit dêm ta xulegey ḧesar!
***
ḧew tûłim lê den we tûłî jałe
min terkî nadem řêgey ew małe
***
ḧewzekey ber mał qûł û bêbne
dû masî tyaye xał le gerdene
***
ḧew sał şwan bûm şew be herdewe
we lay řanekey gerden zerdewe
we pîwe û çexmax arme kirdewe!
***
ḧew sał derwêş bûm def be şano bû
diłekem toy bînî peşîmano bû
***
ḧey ḧey lew ziłfe, bex bex lew lêwe
wek befrî kwêstan zerdey xor pêwe!
***
ḧey û bey û ney, bircî tas kiław
le hařey şebxun boy nermî guław