pîtî «çi»
Li pirtûka:
çepkê le gûllalle sûrey Şarezûr
Berhema:
Elî şarezûrî (1930-1982)
6 Xulek
1547 Dîtin
çareke çermû, beryeqe ketan
wadey min û to, ḧewşekey xotan
***
çareke çermû xot û wîjdanit
çen pencey ḧeram dawye le řanit?!
***
çareke çermû, firîştey şewê
şewî wek îmşew qet hełnakewê!
***
çareke çermû, we gwê banewe
dînî lê sendim we îmanewe
***
çawan meřêje hêştan minałî
sêwî negeyîw hełûjey kałî
***
çawit çiray nimre bîs
şew daydenên le meclîs
mela exwênê ḧedîs
nawî cwanîyeket řoyge
bo ełman û bo îngilîs
***
çawit çun çetir, çaw le kil řeştir
perwerdet kirdin le guław betir
***
çawit řeştuwe we kilî kêwî tûr
mêzer larepêç gełbaxî destûr
***
çawit «qedem xeyr» dûrbînî ełman
le qesir eyxey eřay «kirmaşanCih»
***
çaw û řûmet cwan, biro qeytanî
min eçim bo cût, toyş bê bo kanî!
***
çawim çaweřay diłim we dwawe
dostî dûrułat key bê le řawe?
***
çawim çaweřêy ew kilkewberde
bełkû derkewê ew gerdin zerde
***
çawim kew be to diłekem bû taze
esrîn ce dîde bî eşqewaze
***
çawim çaweřêy řêkey ber małtan
bo tenya maçê xwa bîwřê ḧałtan!
***
çawit estêrey şewê
kułimit denûkî kewê
le min û le gulekey mêrdit
kammanit zor xoş ewê?
***
çawit estêrey şewê
hełyandênî carubar
to bûy be şêxî sen’an
minîş bûm be tobekar!
***
çawit hesêrey geşe
le minî dekey heřeşe
kifrêkim lê waqî’ bû
be cwanîyeket bimbexşe
***
çawit hełhêna wek jêrisk masî
ta dwê dosim bûy, îmřo namnasî!
***
çawe řeşeket piř ke le derman
bêre małekem we byankey herman
***
çaw we koł kêşam zor xicil derdim
ewe bû xizmet we nakes kerdim
***
çawî řişet bê ẍayete
kelîme demit ayete
maçî demit kîfayete
***
çawî řeşe, řeş keyfye
yejî tirêy tayefye
maçî nekey keyfî nîye!
***
çawêkit řeşe, yekêkit kałe!
her tom bedłe lew biře małe
***
çawêkit le xom yekêkit le ’am
kem çaw dabgire naḧez ha le lam!
***
çawêkim dêşê boy nîye derman
yejin ḧekîmê ha le hewraman!
***
çayîy çaxane qorî karî řûs
pyałegerdane le der yaney dûs
***
çayîyeket lêna şekkirekey keme
ewîşe bo bozey kewşekon deme!
***
çira bisûtê «nuqre» bigrê taw
lencewlareket kuř eka we aw
***
çiratořeket bike we dara
ba şu’ley biřwa weser ḧesara
***
çirîkey «poř» le çem, «kew» le nizaran
«bulbul» le çîmen, «tûtî» le şaran
her çwar ezanim le ’işqî yaran
***
çinar bimařo ba bałay dyar bo
yaxwa bay şemał her larelar bo
***
çinare berze, berzî serkanî
hewałî «leyl»m naşê nezanî?
berzen, yarîken, twîle nemamen
bêxî danekey mełhemî zamen!
giftugoy zwanî xetmî kelamen!
wiłamî çinar:
le min mepirse, xemim lebere
le řa bipirse dayme guzere
***
çinûr le şaho pelî dayełê
’eşqî bałatim, bedkar nayełê
***
çûme ew keje, befrê lêm barî
day we şanma řêzey mirwarî
***
çunke pîr bûgim pêm yejin: xało
bertîlîş edem nambene mało!
***
çepłey çopanan le pêy golawan
xułkî aw eken perey gosfenan
***
çetrê esênim bo banî serî
ba xor neygezê sełtekey berî!
***
çemekey «çeqan» pirdekey «kewłos»
giştî wequrwan xałekey «pîroz»!
***
çemekey çeqan wirde terîwe
feqyaney çermû ḧemeẍerîwe
***
çemekey sîrwan berew xwar eřwa
sêwêkî tê xeyn bo lay yar eřwa
***
çen şaran geřyam çen dûkan bestim
bo surmey çawit nekewte destim
***
çen şaran geřyam çen xakesarî
bûm be şwanekey heq nadyarî
***
çenim pêxoşe maçî kiçî kuł
hełîbmijî wek awî niquł
***
çenim pê witî şû meke we pîr
wek wirçî lotî etxate zincîr!
***
çenim pê witî: meço ew bane
xełkî ew bane hemû «şeytane»!
bot heł’ebestin diro û behane!
***
çenim pê witî: le «zełim»o meřo
birîqey kiławzeř day le «tancero»
***
çenim pê witî: we germa meřo
birîqey dûqranî day le tancero!
***
çenim pê witî: we germa meřo
ba şemał hełka le dway nîweřo
***
çenim pê witî: wem garma meřo
şewqî řûmetit day le tancero!
***
çî bikem bo setłê bo ser ew bîre
awî pê bêrê xatû nezîre!
***
çîy bikem, çîy nekem, çîm desełate
le dway bałaket xemim xełate
***
çîy bikem le daxî melay zimanlûs
mare ebiřn bebê çarenûs?!