pîtî «c»

Li pirtûka:
çepkê le gûllalle sûrey Şarezûr
Berhema:
Elî şarezûrî (1930-1982)
 2 Xulek  978 Dîtin
car car we řûy naz ber ke wem lawe
zamarî tom û zamim kulyawe
***
cadekey kelar boye xoşmewê
leber xanmigel řê ber nakewê
***
cadekey kelar, jêrekey boşe
maçî gewrekiç we pêwe xoşe!
***
cadey hełewce pêç ekatewe
namerd ew kese la nakatewe
***
camekey hełgirt bo naw řan eçê
yejî ḧakme bo dîwan eçê!
***
cwanê danîşê we lay pîrewe
yejî «meymûne»! we zincîrewe
***
cahêłe řûtey we gwê banewe
gûy wişk hełatû, we lařanewe
***
cahêł we yek şit hewa esênê
kiç le naw kołan dest hełtekênê
***
cûtê çawî řeş xwa be toy dawe
meynetî dinya her bo min mawe
***
cûtê çawî řeş hênat û birdit
terkî diłdarî to be min kirdit
***
cûtê memkołe taze nat lebin
hełałey kirduwe bîfroşe we min
***
cûte memkeket qut hełwêsawe
çi kuřî zołê destî lê dawe?!
***
ceweł cewełgel we kuřî dîman
ceweł her mawe, ême pîr bîman
***
cêgey şayîyeket daxem we hewrî
leber xatrî pajne bilûrî!