pîtî «t»

Li pirtûka:
çepkê le gûllalle sûrey Şarezûr
Berhema:
Elî şarezûrî (1930-1982)
 3 Xulek  726 Dîtin
tazem zanîwe şarezûr deşte
sîney gewrekiç baxî beheşte
***
taqe darê bûm le lûtkey yałê
bo becêt hêştim le nîwey sałê?!
***
tałê ziłfî řeş wa lebeynî mem
ew řojey mirdim derdubełat bem
***
tałê le ziłifit exeme gerden
ba xełkî bêjin: hemû xwa kerden!
***
tałê lew ziłfe bixe naw destim
cergim biřawe ba pêy bibestim
***
tane mede lêm bedkar xirawe
min le to betir cergim kewawe
***
tûtin lê mede, destit tał ewê
pencey noxetit piř le jał ewê
***
tûtin menêje destit tał eka
germay şarezûr řengit kał eka!
***
tûtnekey qilyan řîşî kirdim zerd
bo xom ekokim xełkan yejin: derd!
***
tu xwa, tu qurḧan, tu małî kabe
ew xeme leser diłekey min labe!
***
tu xwa to meřo fermanim pête
herçî to yejî serim le řête!
***
tu xwa mamosa xasî binûse
we nuşte nîye, we çarenûse
***
tu xwa muḧterem, xermaney gułan
le wênet nîye, mer ḧorîy asman
***
tu xwa mîm gurcî dił wîre wîre
leser bałaket şeře detîre!
***
tu řîşî sey şêx omer
tu û şałî piştî sey nezer
le delaqe ser bêne der
maçit nakem we pêẍemer!
***
tuwekey ber małtan geła mirwarî
bes cwab binêre bo yadgarî
***
tuwekey ber małtan liqêkî wişke
kê minî kuştuwe? ew cûte xuşke
***
to çiratořekey mał «ḧesen» xanî
şewgar egřêy heta beyanî!
***
to çirakey lokiz kiryay we dara
şu’leket eřwa weser ḧesara
***
to çirakey lokiz, min newtî kerkûk
bêne maçit kem yarî tazebûk!
***
to kiçe hewramî, min kuře lihonî
were maçit kem ba bizanim çonî!
***
teşîye barîke, xurîy mê tałe
kê pesenit ka lew biře małe?
***
teqe le tifeng, dezřêjî gulle
şeřî pê ekem mile we mile
***
teqe le tifeng, dezřêjî gulle
hařey mêxekben payînî mile
***
teqe le tifeng dengî ḧiskey caf
êran gîrawe we yeqînî saf
***
teqey çiłewçêw syamałî no
giř giř egřyam le der yaney to
***
telî telefun birqî kareba
kê minî kuştuwe? kiçekey qwêxa!
***
tegbîrim nîye cergim biřawe
demuçawekey yejî befrawe