pîtî «p»

Li pirtûka:
çepkê le gûllalle sûrey Şarezûr
Berhema:
Elî şarezûrî (1930-1982)
 2 Xulek  669 Dîtin
pa be pabend û mil be kotewe
pencem hełwerî we lîmotewe!
***
pa be pabend û mil we mûrewe
bo xułkim nakey bême jûrewe?
***
pa be pabend û mil we mûrewe
dest we dezwênkî zerd û sûrewe
***
paçekey hełgirt bo paçekołe
çaweçawyesî pemuwekan çołe
***
pam na le «řikaw» çûme xwanzîn
wiłingeyek bike ce kej «bêstîn»
***
pawanekanit eziringêtewe
qaqłe le ’ecem egeřêtewe!
***
pawanekanit meziringênewe
qaqłe le ’ecem megeřênewe!
***
payîz bo yekê xoyşî payîz bê
nek wek diłekey min daym ’aciz bê
***
pirsîm le dargiwêz başqey gişt daran
kwa aẍa û noker zemzemey caran?
***
piştî «sey sayeq» sê çarek řêye
yarim şûy kirduwe, ser be hewêye!
***
piştên şilumil banî nawkeket
deynî xom û xot we mil bawkeket
***
piştênî piştit de gez ketane
bêrye bîşorim berecejnane
***
pûzî xiřumiř kewşî silêmanî
kirasî ketançîn nîştuwe le banî
***
pûşîn bo yekê qedrî bizanê
şil şil bîpêçê şemał bîşanê
***
perçem guł û řeyḧane
îmşew le kwê mîwane?
mîwanî mał êmeye
sibeyşew em ḧelane!
***
perçem wekû lawlawe
řengî mast û doşaw!
xo min hîçim newtuwe
ew řeqî lêm hełsawe!
***
pîrî hatuwe we pîrîmewe
hîç nîye we teng diłgîrîmewe
***
pênc û dû řojê meyl bide pêman
herçît zerer kird bîbjêre pêman!