pîtî «bi»
Li pirtûka:
çepkê le gûllalle sûrey Şarezûr
Berhema:
Elî şarezûrî (1930-1982)
13 Xulek
1847 Dîtin
ba biçîn û neçîn çareke çîn çîn
«merîwanCih» xoşe bêro ba biçîn
***
ba biçîne ser «weys»; bo tobekarî
tobe le giştî nek le diłdarî
***
ba bikem weserma lew quřesûre
bo ew dû kiçe lew «mîrî sûr»e
***
ba bimrê şuweket bê şû danîşî
we «leçek»y şîn serit dapoşî
***
ba bo xom bimirim lem bendî jîne
bew dû çawane mergim bibîne
***
baxekey ḧacî ḧew tûle řêye
ḧelaw pêm biłê pexşan le kwêye?!
***
baxî bê perjîn zînetî nîye
kiç webê bira qîmetî çîye?!
***
baxêkim nawe baxe marane
sêwî girtuwe herzekarane
***
baxêkim nawe le «berdeřeşe»
sêwî girtuwe, wek memkî «xorşe»!
***
ba dûrbîn hełxeyn we «merîwanCih»da
we syamałî «caf» û «gořan»da
***
baran ebarê we danedane
yarim danîştuwe ziłf eka şane
***
baran ebarê we řêze řêze
dayme çawêkim le řêy karêze
***
baran ebarê seyl lebanî seyl
nim nim teř eka xał û gonay leyl
***
baran ebarê nim nim teř eka
egrîcey leban gonay şeř eka
***
baran barî we teq û huř
kołangelî gişt kird we quř
kenîşk egrî: bimden we kuř!
***
barîkê şedelar, xał wirdî wirdî
řeḧmet lew daykey perwerdey kirdî
***
baz le asman poř le çemî
bigre memkî, maç ke demî!
***
baz û teyr û şehênê
mel le asman exwênê
yarî xom kiçe kirmance
hezar begzade dênê
***
bazê bêwejin şał kirmanîye
dûsed gewrekiç bequrbanye
***
bazê bêwejin qaçuqul tûkin
małan egeřên bo çingê tûtin!
***
ba «sîrwan» bimba we řûy «qereçem»
bo lay mał bawkî sewzey kułedem
***
ba şemał bênê, řeşeba toyş dey
bida le sewzey baxeł piř le bey
***
ba şemał bênê le lay gilewe
le lay dwêtekey xał we milewe
***
bałaberzekan hêlaney dałn
bałakułekan firîştey małn
***
bałaberzey gezodeme
em lerzane bo to keme
***
bała be wêney ew şořebîye
herçend eřwanim le wênet nîye
***
bała be wêney darî «qereqac»!
řûmet be wêney berupşitî sac!
***
bałat be wêney sewłî xeraman
seyrî kwêt bikem hey bawan wêran?!
***
bała kułeket bo newge we ’eyb
cwanît bo hatuwe, le karxaney ẍeyb
***
bałaket berze, kem xot binwêne
kem be lencewlar cergim derbêne
***
bała we bezî şan we ’abawe
lence ha we lay kurtebaławe
***
bała we berzî neyculî bêber!
şewqit sendige leřûy mang û xor
***
bałay to dargiwêz řîşey le dêwer
xoyşim azardar ’aşiq we sêwer
***
bał we bazîwen mil we mûrewe
ser we gêl gêley zerd û sûrewe
***
bał we bazîwen mil we mûrewe
şeq şeqim neken dême jûrewe
***
bałê siř nebê le jûr serewe
ew bałe bişkê le xeterewe
***
bamê û ziłq û temate!
em ’erze qonterate!
nawêrim ew kiçe maç kem
leber ew înzîbate!
***
bawanit şêwê bo mestîy çawit
be «kosey hecîc» nembirdiwe nawit!
***
bawanit şêwê bo mestîy çawit
xo min kafir nîm kewtûme dawit!
***
bawanit şêwê, kest nemênê
«bayeqûş» le cêy mał bawkit xwênê!
***
bawanit şêwê, nemênê kest
kwanê lîmoke xom dame dest?
***
bawanit şêwê, kest nemênê
kwanê lêmoke xom dam pêt dwênê?
lîmoy xom nîye, emanetîye
bo lay «leyl» eçîn, destiman petîye!
***
bawke pîreket gîrodey ḧeq bê
leban tateşor wek şûtî şeq bê
***
bawke pîreket řîşî sipîye
le zerer zyatir qazancî nîye!
***
ba hermê û henar bê
yarim şedey lar bê
çawî piř le xumar bê
le derwaze dyar bê
xincer bênin bimkujin
ba gyanim řizgar bê
***
bibim be qurban larewlenceket
bimke we noker dû egrîceket
***
bibîte sone biçîte naw mel
ebim be şimqař dat’ebiřim le gel
***
bixuře koçeket, le «dereřa»we
çawî firmêskîn dił we dwawe
***
bixuře le gakoç ba bikate hołe
’êlgel barî kird, şarezûr çołe
***
bira birate, min key biratim?
min karwanseray şew minziłgatim!
***
biřnew heł’egirim, bo ’edaletî
maç ḧeram nîye, mela xoy witî!
***
birîqey dûqranî ban sîney safit
to key bûyte şexis, bême tewafit?
***
biłê be bawkit: boçî nwêj eka?
to bida be min, xwa ’afûy eka!
***
bimşêle û bimleqêne
biçkoley dem teqêne!
małî bawkit le kwêne?
le derawekey «heřgêne»
bîke xew û cêy bêne!
bimşêle û bêre pałim
qezat le serumałim
***
bimke welokiz, bimke wedara
ba şołem biřwa weser «ḧesar»
***
bimke we lokiz bimke we dara
ba şołem biřwa we ser «kelar»
***
bo dengit nîye, nayey bo şayî
le dewrit geřê xełkî awayî!
***
bo nêçîrî řaw eçme ew herde
nêçîr ehênim bow gerdin zerde
***
boy guł, boy mêxek, bonî hełałe
bonî ’etir tê lew biře małe
***
boy guł, boy mêxek, boy lûtewane
bonî ’etir tê lem ser dûkane
***
boye pêmxoşe ew dîwexane
tya da’enîşê ew kiçe cwane
***
boye pêmxoşe ser banî mizgewt
car car bałaket lêmo der’ekewt
***
boye pêmxoşe sêber darî tû
tyaya danîşîn bikeyn basî şû!
***
boye beramber małtan enîşim
ke to derkewî axê hełkêşim
***
boye ḧez ekem le dway to bimirim
daremeyteket be şan hełgirim
***
be estêrekey pişt małî qazî
kewtote serim heway mêbazî!
***
be estêrekey piştî cebbarî
êsteş nazanim çone diłdarî
***
be estêrekey piştî «xakuxoł»
kuştey yekêkim ha le «mayn doł»
***
be berzî bałat řomeł ẍezaye
satê netbînim sed sat sizaye
***
be paskîl meye, bê paskîl cwanî
le twêy kirasî bê miradxanî
***
be berzî bałat tûłê bibiřim
nawe xoşeket le kê bikiřim?!
***
bê bextî bextim, syaçare keftim
le «ken» hełdêryam le «qełwez» keftim
***
bedbextîy bextim karê pêm kerden
bêzarim le gyan řazîm we merden
***
be tifengî biřnew «bane» çołekem
em şeře leser kêş le koł ekem
***
berdemî małyan ekem we pemû
bełkû bîçnê «fate» qul çermû!
***
berzîy «banî şar» nizmîy «’amûre»
şêt û şeyday tom wew «mîrî sûr»e
***
berzî, biłindî, wek darî gułî
şêwet şîrîne sedken kamłî
***
berzen barîken şoxen pey gułen
minî deyrîy kird, sedken kamłen
***
berî małtan tołeke
piştî małtan tołeke
kiçe nermunołeke
kes lêy nemrê řołeke
hat û xanuweket řimya
xom ebim be kołeke!
***
be sergerdit bim hełoy ser «lane»
çerx û çawşîrîn, dem biçkolane
***
be qurbanit bim tûłî aw lebin
ferzendî xełkî, řîşey diłekey min
***
be sergerdî şemał bim, hewrî kird pełe pełe
be tifengî biřnew lêm den desim fêre baxełe
***
be fway bałat bim bała ’er’erî
be xot egeřêy le şwên mişterî
***
be fway demit bim be didanewe
yejî sedefe, be dûkanewe
***
be fway demit bim, dem naye kanî
awit herzan kird, bo awedanî
***
be qurbanit bim bała biřnewî
selam lew cêge to tya exewî!
***
be qurbanit bim berxekey daye
bo le ḧenay min çawit hełnaye?
***
be qurbanit bim be qurbanewe
dînit lê sendim we îmanewe!
***
be qurbanit bim berxe germyanî
karî xwaye, to ewen cwanî
***
be qurbanit bim çawekey «ḧeme»
daykit nayełê, yan meylit keme?!
***
be qurbanit bim xuşkî dû bira
beboney towe damnawe çira!
***
be qurbanit bim dem nuqłe kurdî
řeḧmet lew daykey perwerdey kirdî
***
be qurbanit bim dem we «cêre»we
dûkeł serî kird le pencerewe!
***
be qurbanit bim saḧêw keramat
do’akey toye derçûm le wiłat!
***
be qurbanit bim şan we ’abawe
lence ha we lay kurtebaławe
***
be qurbanit bim kewşî sûr le pê
bo bijar eçî, bo zewîyekey kê?!
***
be qurbanit bim kiras qawayî
minî kuştuwe le xwar awayî!
***
be qurbanit bim kełe kwêstanî
awî şarezûr řengî gořanî!
***
be qurbanit bim gułekey ’eşayer
se’atî «řêko» to kirdit zayer
***
be qurbanit bim yarekey gyanî
min bêwefa nîm, to lêy nazanî!
***
be qurbanit bim kuř we kołewe
řefîqît xoşe we řêy çołewe!
***
be maç û dû maç lêt nabim řazî
heta netbeme meḧkemey qazî!
***
be maç û dû maç lêt nabim řazî
ta leser sîneket nekem desbazî!
***
bem şan û bew şan, serî be desmał
bał we bazîwen, lerey lîmoy kał
***
bew estêraney hełdên le «tewrêz»
diłdarîy xoşe, bełam we parêz!
***
bem hewruheła û bem xore germe
lade çarşêwet, çi wadey şerme?!
***
bew «ḧewtewane» her ḧew zerîfe
her ḧew pasewan qîbley şerîfe
***
bew xwaye zor wesewre, îmřo le bextim hewre
dwênê yarim maç kirduwe îmřo jêr simêłim çewre!
***
bew xwaye bê mekane diłim beḧrî ẍemane
perîy xał dane dane dijmin małî wêrane
ew derde minî kuştuwe: jinî guley mêrdane!
***
bew «sey sayeq»e, bew «tepeřeş»e
barkirdinî «ḧelaw» xetay «ayş»e!
***
bew sey sayeqe, bew «negrepêçe»
le hařey mêxek wamzanî koçe!
***
bew kosey hecîc be şaxanewe
daxt ha weban gişt daxanewe
***
bew hesêrekey we berqatewe
dił we nařazî lelat hatewe
***
behar bo yekê xoyşî behar bê
nek be wêney min dayme ẍembar bê
***
beynî min û to kej û pałêke
her satê lelam řoj û sałêke
***
bîde we serta kêş we dûlane
hewlêr çoł dekey deçî bo «bane»
***
bîde be şuweket dermanî keskûn
herçî deynî hes we gerdenî min!
***
bîke we xatir em qurḧane pêm
hîç şeřman nebuwe, bo torawî lêm!
***
bîke we xatir ew çwar beyaxe
cêgekey minîş lay hîy xot řaxe!
***
bîke we xatir ew dû qurḧane
bes leme zyatir bimke dêwane
***
bîke we xatir bawke pîreket
bîke gerdinî loy zincîreket!
***
bîke we xatir bira dûreket
tawê tême jêr lêfe sûreket!
***
bîke we xatir pirçekey derwêş
teşîyeket danê çopîyeket bikêş
***
bîke we xatir taqe biraket
em lam maç kirdî bêne ew laket!
***
bîke we xatir dû biray minałit
tawê ser enêm webanî bałit!
***
bîke we xatir dû biray minałit
maçê kerem ke le gonay ałit!
***
bîke we xatir sîy cizmey qurḧan
leme zyatir nemke sergerdan
***
bîke we xatir kakołî kakit
maçê kerem ke le gonay pakit!
***
bîke we xatir małekey kabe
min demim têrim to ziłf labe!
***
bîke we xatir mangî řemezan
ameşoy we germ we şitêkî mezan!
***
bîke we xatir mangî řemezan
dugmewdołabit bo kê tirazan?
***
bîke we xatir her çîyekit pîre
zeřřeket qulap le cergim gîre
***
bîke we serta le quřekey «’erbet»
memkit kewte der wek camî şerbet!
***
bîla bitkê zwîx le zamanim
ba řeng wesê kayexe û damanim
***
bîla bişelim zam we pamewe
xot buwe we ḧekîm binîş lamewe
***
bîmarim ... bîmarî şedelarim
lazim we ḧekîm naka, ew kiçe bang kene dyarim!
***
bîmarim ... bîmar nîm û nexoşim
eger ḧez naken bimirim, ew kiçe bang kene koşim!
***
bîmarim ... bîmar û derdedarim
eger ḧez naken bimirim, ew kiçe bang kene dyarim
***
bê berd û çexmax, bê pîwey daran
arit bo bikemo le «sê bwaran»
***
bêro ba biřoyn bew kejukoda
çinûr bişkênîn weban lîmoda
***
bêro ba biřoyn bo pemû çinîn
desê dabêłîn we diłêkî xemîn
***
bêro ba bîkeyn şertî dûbedû
ne min jin bênim, ne to bikey şû!
***
bêro ba bîkeyn gemey minałî
jin pyawî pîr bê, xwa bîwřê ḧałî!
***
bêre serînim têr bike şînim
bo sefer eçim newa netbînim
***
bêre małekem qet meřorewe
pêłay ẍerîbî lam bikerewe
***
bêre yanekem saḧêw yane nîm
xizmî xotanim, xo bêgane nîm!
***
bêjin we yarim dił neda le dił
fesłê têm bo lay, henar bika guł
***
bêjin we yarim diłekey hîç neka
fesłê têm bo lay henar guł bika
***
bêjin we yarim des le diłim nê
yan xasim kato yan le giłim nê
***
bêşerit bêbeqa tif le îtwarit
kwanê şertekey par û pêrarit?
***
bêfeř pyawî pîr her eqirxênê
beraz le lane der’epeřênê!
***
bêfeř şarezûr her xişk û mare!
naskem lay xoman cêy şedelare
***
bêfeř şarezûr her werdî řeşe
jinyan wirgine û pyawyan serxoşe!
***
be estêrekey qoyî qeredax
şewqî daweto lem şax bo ew şax