pîtî «hemze»

Li pirtûka:
çepkê le gûllalle sûrey Şarezûr
Berhema:
Elî şarezûrî (1930-1982)
 15 Xulek  1425 Dîtin
abew gerdûney saḧêbî asman
be dił yekêkin be laşe dwan
***
ax leyl û dax leyl, leyle başekem
le kułmî sûrit, kwa me’aşekem?!
***
ax leyl û dax leyl, leyl hate bawan
we zwanî şîrîn, korpey elawan
***
ax leyl û dax leyl, leyle xasekem
pay çepit weban dîde řasekem
***
ax û dax û derd, hersê cem beste
hersê seryan kird, le cestey xeste
***
arit bo bikemo we pîwe û çexmax
nawte we diłma dax le banî dax
***
arê egřya we «zimnakoCih»we
ew are min bûm le xoşîy towe
***
aske şelekey deştî pêwazim
le gel biřawim; boye bênazim
***
aske şelekey herdey dûceylim
le gel biřyagim; boye bêmeylim
***
agirt tê berdam, boçî westawî?
gerdin be wêney gerdinî mirawî
***
agirim tê berbû, wek pîredaran
nakujêmewe, meger we baran
***
agirê berbuwe le peřubałim
’alem sił eka le koy zuxałim
***
amoza «...»ey dayk bêgane
ḧew sał danîştim bo çiłê řeyḧane
***
ameke û amîn, toy dinya û dînim
qołit piř bazin bîxe serînim
***
amîne û amîn, be to dełêm «kałê»
xetay min çîye, dił bot denałê
***
amînê nazenînê bex bex le hařey potînê
bałay beqed bałame, dû pence kurtî dênê
***
amîne û amîn, amînem şûşe
nemdeytê maçê, karim mexşûşe
***
awekey «ełwen» çun şetaw lêłen
çun hewrî behar le deşt û gêłen
***
awî «zel»m da, pasî bî kerdim
herçî hewłim da, biřyay we merdim
***
awekey «zełimCih» eřjête «sîrwanCih»
neḧlet lew kese kiç nada be şwan
***
ahunałey min, kêw le bêx dênê
axu xwakey min çît be ser bênê?
***
ay le diłekey min çenê bê’are
taze we temay jinî şûdare
***
ay le şedelar, xanmî mezedar
taqmî cwanekan, be naz hatne xwar
çaw řeşekeyan, boy bûm şêt û har
***
ay le ẍerîbî çenê girane
her se’atêkî sed derd û jane
***
etirsim bimirim, dax le diłim bê
xakî ẍerîbî aw û giłim bê
***
etirsim bimirim, qewrekem ẍar bê
lejêr ew ẍare çûnim qerar bê
***
etirsim bimirim wa be bêdengî
bîbeme jêr xak, nałey diłtengî
***
etirsim bimirim wedem derdewe
ser binêm weban sengî serdewe
***
eçim bo «baneCih» bo bazirganî
«surmet» bo bênim, yan «hanî hanî»?
***
eçme ew kele, kelê tir dyare
berzîy ew kele, xem le lam bare
***
eçim bo «pênciwênCih» pêncim pê eçê
heta dêmewe, taqetit eçê
***
eçme «řewandizCih» xom heł’edêrim
dengim naygatê, kaẍez enêrim!
***
eçme «silêmanîCih» bo taqe camê
be tikay şêxekan, maçêkî damê
***
eçme silêmanî bo sê şit bo to
yekemyan narinc, duwemyan lîmo
sêhemyan qeytan bo suxmekey to
***
eçî bo ḧemam bimbe legełit
bimde be «sabûn» bimxe baxełit!
***
eçî bo kanî be şaneleqe
bimbe legeł xot; bo demeteqe!
***
eçî bo mekteb bimbe legełit!
bimde be qełem, bimxe baxełit!
***
erê ho «leylî» bawanim leylî
kê tefrey dawî bo wa bê meylî?
***
erê ho naz wenaz, dwête naz meke
cameket lêre, bangewaz meke
***
erê ho naz wenaz, we nazit qesem
agirî toye, ber bote cesem
***
erê ho naz wenaz, bênazit kirdim
minałî dwênêm, to pîrit kirdim
***
erê ho çopîkêş, çopî welenger
ezanim herzey, xot da le kemer
***
estêrey asman, cût cût ejmêrim
ger xwa toyş neda, şukiranebjêrim.
***
ekeyte berzî bo berz eřwanî
naw dêkey xoman be çoł ezanî
***
eger etewê kuř kiç bidwênê
kune hełgirê, aw le dûr bênê
***
eger etewê nawwinîşanim
lêre ẍerîbim, lay to mîwanim
***
eger emzanî le kwê ekey geşt
be xołî jêr pêt, çawanim eřeşt
***
eger bimdeytê lew demte maçê
ḧew piştit kafir e dozex naçê
***
eger to şêxî xo min şêxnasim
eger begzadey bo xizmet xasim
***
eger çarenûs ekewte desim
temêm da’eda bo ḧefta kesim
***
eger çarenûs ekewte miştim
moçyarîm ekird bo ḧefta piştim
***
eger min ebûm lecêy ew hewre
emkirde baran lew ḧewşe gewre
***
eger nebwaye beboney towe
min îşim çî bû, bem kej û kowe?
***
eger nebwaye beboney xałit
min îşim çî bû le dewrey małit?
***
eger nemdeytê dû maç wecarê
dû kost kewê her le hewarê
***
eger nemdeytê dû maç wecarê
ḧew kost kewê heryek le şarê
***
eger webê to biçme zemawen
cwabî merdenîm bêto bo bawen
***
eger webê to şayîm we dił wê
yaxwa şayîyekem awêtey gił wê
***
ełên lew xware şede herzane
şede qabîlî bałaberzane
***
ełên hatuwe bo şayî pilupûzî hełdawe
pilupûz ełêy nexşe zengyaney tê çinrawe
***
emberewbere naske dulbere
leser maçêkî şeře xincere!
***
emberewbere hacerem were
leser bałakey şeře xincere!
***
em bende hewa edem, biřwa wek fiřokey mêk
ba biçê bo lay yarim, takû lêy ka selamêk
ewîş be lêwî nermî dû car biłê: we’elêk
***
em tay «çinûre» ew desey «şewbo»
tom nemrî we herd, binem «sûreko»
***
1- basî şaxudaxî kwêstanî ew dîwe, herweha basî ew xawen meřane ekat ke meřekanyan be nexoşîy «mafete» mirdûn:
«qaylot» we toy fotey fîraqit
«kesnezan» xoşe pey îştyaqit
ew çepkey «çinûr» em çepkey «şewbo»
hełtikend le herd «dere tenge»t ko
ew «kîwar»awye, ew şaxudaxe
ew warge berze, cêy «meḧmûy axe»
małman barî kird çû bo «peleřeş»
«mêdar» gişt diłřeş bê mê gişt keyfixoş
mêdar û bê mê gişt demî çewre
derûnî germe û arezûy bewre!
qijey qawirme le hemû małê!
bonî qawirme le hemû yałê!
...Teksta ne aşkira segel miř ewê
jingel le bonî pêse qiř ewê
naskem ew doye legeł ew bewre
eyxoyto dway ew qawirmey çewre
2- herweha mela ḧeme’emîn em hełbestaney xwareweşî wituwe, ke her derbarey şaxudaxî nîştimane:
naskem heweł ben, sardî heweł ben
le şiłqey «gawes» le çirîkey gyaken
«qarçyan» zamar, zamî bê derman
aman barî kird, desim we daman
«sêřwan» zarî wek seylî behar!
...Teksta ne aşkira
tem û temelûl, temeł «gwêzare»!
wextî ’êle û xwar êłax bêzare
her le deştî «mîl» ta dar û bê dar
nawyetye ser yek hařey «tełmîwar»
3- herweha ḧacî ḧemeferec witî: mela ḧeme’emîn legeł pyawêkî «caf»y ew kateda ebê be şeře şê’ryan, daxekem le şî’rî ew pyawey hîç leber nebû, bełam eme çen şî’rêkî mela ḧeme’emîne ke be beramberekey xoy wituwe:
hêwaş ba tûłê bidem we serta
buřênim we goř muçyarîkerta!
derwêşî diłřeş! segdiłî «xergun»
qîte qîtte û eçî bo naw jin!
***
şikur miḧkemî û laşet dûbawe
teřkit we teřkî ḧîmar ḧesawe!
***
zor ḧeyfim lê tê pêt bêjin: derwêş
we xwardin mangay we řyan gamêş!
***
emřo le řořoy diłey naşadim
dostî dûrułat kewtote yadim
***
emřo le řêgey «ziřgiwêz»o hatim
mişkîye morekey kirduwe xełatim
***
emřo le kwêstan ebarê terze
agirî tê berdam ew bałaberze
***
emşew le bextim mangeşew ẍare
eger heł’esim bawkekey dyare!
eger hełnasim dił bêqerare!
***
emşew le kwêstan ebarê baran
eda le gonay nazk û nazdaran
***
eme ḧew řoje dûr le yaranim
wek erzî payîz aşqe baranim
***
eme dû řoje nemkirduwe maçê
daxî ew maçe le diłim dernaçê
***
ewa behare gułan le nawe
minî kuştuwe ew «ḧelaw» nawe
***
ewa behare guł ebê peyda
guł le eşqî guł şêt ebê şeyda
***
ewa behare guł hełałeye
ew kiçe, řeyḧane hem gułałeye
***
ewa to eřoy, min mawam kwê bê
kê bigirim be yar شیۆەی le to bê?
***
ewa mang hełat dawye le hobe
xo min derwêş nîm bişkênim tobe!
***
ewa mang hełat day le dû derî
day le lêfekey kiras kuderî
***
ewa mang hełat day le ser małan
dostî xast bê tałan hey tałan
***
ewa mang hełhat day le ser małan
dostî xast bê dem leser xałan!
***
ewa mang hełat day le lêfeket
be dizîy daykeket egirim sêfeket!
***
ewa mang hełat, mang xeylê berze
dos û dezgîran satêkyan ferze!
***
ewa mang hełat, mangî yek şewe
lew şax û herde çirîkey kewe
***
ewa min eřom eçme germênê
axo xwakey min çît beser bênê?
***
ewa min eřom boxot selamet
îdarekirdin takû qyamet
***
ewa min eřom, xom û diłekem
amantîy to û taqe gułekem
***
ewa min řoym be xwat espêrim
ger pêm nekira bêm, diłim enêrim
***
ewa le germyan ebarê terze
maçî ew kiçe her bo min ferze!
***
ewa hatewe lenaw řanewe
dem be pêkenîn, şîr be şanewe
***
e û bałaberze teşîy eda pil
nêçîrî xome zengyane le mil
***
ew bałaberze xoy elengênê
qesye wecarê řîşem derbênê!
***
ew bałexaney berheywan kone
leylêy tya dyare wek beçke sone
***
ew bałexane xom çawim lêye
qesrî beheşte cêgey leylêye
***
ew cûte çawe xwa be toy dawe
meynetî dinya her bo min mawe!
***
ew çawaney hełyandênî
řoj nîye mirdûm lê nemrênî
***
ew çawe řeşey lêt hełgilanim
ḧew kost xistim, małit řimanim!
***
ew çopîkêşe çopîy ekêşê
le xwam gereke hîçî neyeşê
***
ew ḧałey heme le êwarewe
kafir neybînê we sêdarewe
***
ew xałey to kutawte
yejî pîrozey şîne
her kes ew xałe maç ka
xawen îman û dîne!
***
ew dêm xoş ewê beboney towe
eger to nebî ar enêm pêwe!
***
ew řê barîke bo ser pird eçê
lencewlarekey le kiçe kurd eçê
***
ew serçawgeye boy toy lê nayê
ba xwa kwêrî ka aw têy nezayê!
***
ew kiçe qoze û ew kuře qoze
le yektir eken cejne pîroze!
***
ew kiçe lew małe pyałe eşorê
îşaret eka be hemû corê!
***
ew layelaye eykey bo minał
min gwêy lê egirim bûm be koy zûxał!
***
e layelaye to kirdit bo min
kêwî «bêstûnCih» bam ehatim lebin
***
ewenem xwarduwe xefetî dûrî
meger xwawen bida sebûrî
***
ewenem xem xward xem le banî xem
dinyam lê buwe be tarîkî û tem
***
ewenem xem xward cêm nîye têy kem
meger be sozî şemał beřêy kem
***
ewen bêmeylî welay xwawe
şewêk bebê xem serim nenyawe
***
ewenem xondige derzî şeytanî
le çol etirsim nek awedanî!
***
ewene geřyam herde we herde
bûm be askekey wełed gum kerde
***
ewene geřyam herde we herde
desxeřey kirdim ew kiçe namerde!
***
ewenem mawe bimnêne qefes
ne çawim têr exwa ne dił yejê: bes
kuştey bałay tom ta axirnefes
***
eweney mawe bînêne gwêzê
ne çaw têr exwa ne dił ebênrê.
***
ey xwa çen xoşe ḧîley espî şê
dostit wedił wê dezgîran le dê
***
ey xwa çen xoşe maçî beyanî
we gonay teřo têto le kanî!
***
ey xwa çen xoşe maçî jin şûdar
bo derman eşê bo «sêweřo» dar!
***
ey xwa çen xoşe maçî sereřê
dił we tirs û lerz newa yekê bê!
***
ey xwa çen xoşe maçî nîweşew
dem ebey bo dem řa’eçnê le xew!
***
ey şîrînê û xanim azîzekem bêro
serî kułimit sûre nîşanî «gułehêro»
***
ey şîrînê û xanim azîzekey xomî
eto derimbêne le bendekey řomî!
***
ey gerde gerde, gerde memkit hełałey zerde
dewere merd û merdane des le guley mêrdit berde
***
ey wiłat gele wexew jineftim
xwawen karê kerd şew tyaya xeftim
***
îşyan bo ekem her be xořayî
le kiçekey ekem mubarekbayî!
***
îmşew şewe! şew tarîke
çirpey kewşî qedbarîke!
***
îmşew şewe! şew zistane
befrê barî lew kwêstane
***
îmşew şewêkî şewezengîme
bo lay kêy bibem em diłtengîme?
***
îmşew le xewma xwaneka mirdî
zwanekem lał bê do’am lê kirdî
***
êware bînîm le řêgey kanî
sêcar sujdem bird bo çawekanî!
***
êware tegbîr beyanî bare
çêştengeşkên çemî «çinare»
***
êware wexte gayel exroşê
sewzey qedbarîk mêxek efroşê