řûnkirdineweyek

Li pirtûka:
çepkê le gûllalle sûrey Şarezûr
Berhema:
Elî şarezûrî (1930-1982)
 2 Xulek  494 Dîtin

xwênerî azîz, pyaw ke kewte gułçinînewe, řenge diřkudał û pûşupłaşîş ber pilî bikewê û legeł gułekanda byanmaşêtewe û le gułdanekeyda hełyanbigrê û le xoşî gułekanda emanîş her be guł bizanê, yan neyannasê û lêkyan nekatewe, sa meger gułnasê, yan pispořê we yan xêromenî boy bijar bika û serlenwê boy çepik bikatewe û be řazaweyî byanxate řû, ca çaweřwanî ew zana pispoře lêhatuweyn ke ew yarmetîye bida, yan ew zansitye bixate kar bo ew mebeste pîroze, eme le layek, le layekî tirewe, leber ewey ke êmey kurd şa’îr û şa’îranî mîllîman zor zorin, we le hemû layenekanî komełayetîyewe şî’ryan wituwe, we zor lem şî’rane, betaybetî ewaney ke lebarey diłdarî û ewîn karîyewen le diłî zorbey xełkî xwêndewar û nexwêndewarîşda cêgîr bûn we zoryan wek wîrdî ser zimanî xełkî wan; boye tikam waye ke eger zêdeřoyn, yan destikutanêk (aşkiraye ke be hełe) bo berhemî ew şa’îrane kirabê ebê çawpoşîman lê bikirê, herçend le hendê şwênîşda lem řuwewe ta řadeyek řay xomim derbiřîwe û destinîşanim bo kirduwe, tikaye bibûrin.