pêşekî

Li pirtûka:
çepkê le gûllalle sûrey Şarezûr
Berhema:
Elî şarezûrî (1930-1982)
 13 Xulek  1049 Dîtin

lay hemû kes aşkiraye, ke minał her lew katewe ke le bêşkedaye, fêrî pêkenîn û zireqînewe û giřugał ebêt, her wekû biłêy arezûy ewe ekat, ke gwêy le dengî xoy bê! we ke zimanîşî be wişe epjê û fêrî qisekirdin ebê û pê egrê, her ḧez be wiringewring û řawřawên û dest û pê hawîştin û hełpeřkê ekat ta le temenî qutabxaney seretayîyewe nizîk nebêtewe îtir dest ekat be lasayîkirdinewey dayk û bawik û dewrupşitî, ta way lê dê le fêrbûnî qisekirdin û giftugoda le xem der’eçê, we her ke geyşte řołî peydakirdinî diłî diłdarî înca dest ekat be derbiřînî hestî xoy wek goranî witin û yarî û hełpeřkê û core arezuwekanî tirî ademîzad, be corê ke peresendinî goranî a lem pile be dwawe zor û be şêweyekî dyarî xoy enwênê, we ta egate ew katey ke hawser bo xoy peyda ekat, her leser goranî witin eřwat, betaybetî le katî sazkirdinî şayî û zemawen û seyran û ahengigêřand, bem şêwe le goranî witin û dananî goranîda koł nadat ta egate ew kateş ke egate piley pîr bûn (le 40 sałî be dwawe) we zorbey goranîyekan a lem temeney ademîzadda witrawin û pereyan sendiwe. wenebê ademîzad lem temeneşya be dwawe wazî le goranî witin û derbiřînî heste hunerîyekanî xoy hênabê, bełkû her kołî nedawe û ta dwapley jyanî (katî mirdin) leserî řoyştuwe, tenha ewende heye ke cor û awaz û soz û derbiřînî dwagoranîyekanî jyanî ademîzad cyawazîyekî heye legeł goranîyekanî pêşûy jyanîda, wek biłêyn be pîrî xoyda bêt, yan diłtengî bigeyenêt be taybetî eger nîşaneyekî pîrîyekey lêy dyarî dabê, yan tamezroy şitêk bê û destî nekewê, yaxud destî nekewtibê, we yan şwênêkî be gencêytîy deybê û le katî pîrîye keşîda bîbînêtewe, wek:

sikem sipî kird, qametim çemî
ewîş le hîcran hawçeşman kemî

we yan:

ceweł cewełgel we kuřî dîman
ceweł her mawe ême pîr bîman

we yan:

pîrî hatuwe wepîrîmewe
pałî da we pał diłgîrîmewe

înca em core «goranîyane» bo aheng û bezim û şadî û seyran dest naden, bełkû be hore, yan awazî tirî diłtengî û bedem soz û awazêkî taybetî û bedem henisk û giryanewe der’ebřirîn.

a lem bo çûtewe boman der’ekewê, ke goranî her le seretay jyanî ademîzadewe legełyayetî ta dwahenasey jyanî, we her le heman bo çûtewe, boyşiman der’ekewê ke goranî yekem babetî hunerî û kontirîn cor û babetî folkorî mîllîye ke ademîzad fêrî buwe.

goranî beşêkî here kon û giring û benirxe le beşekanî folkilorî kurdîman û mîlletanî tirîş, we serdemî peydabûnî em hunere egeřêtewe bo ew katey ke ademîzad fêrî ziman girtin û qisekirdin buwe û be tîrî eşq û ewîn karî pê kirawe û nêr û mêyan kewtûnete ewînbazî û xulyay yektirewe.

ewîn giringitrîn hoy pałpêwener buwe bo dirustkirdnî em hunere lelayen ademîzadewe eweş behoy ewey kewa ebînîn zorbey zoryan leser em babete witrawin û le serûy hemû nerîtekanî tirî komełayetîyewe danrawin, bo nimûne:

1 - ḧew sał derwêş bûm def be şano bû
diłekem toy bînî peşîmano bû.
2 - hełke pawpûz, ba dirkewê xał
lewe metirse dînit bê betał.
3 - ya çem, ya çîmen, ya dołî gełał
dił geyî be dił neypirsî ḧełał.

şa’îranîşman (ta řadeyekî zor) lem babetewe şî’ryan wituwe.

sûretî xetxoşî kułimit ger bibînê her kesê, kafre ger bo swênd carê biçête naw mizgewtewe.

we leber ewey ke afret her le konewe řûge (qîble)y pyawane û serçawey hełqułînî hemû hunere honrawe û karameyîyekanî dahênanî pyawan buwe; boye ebînîn pyawan her le kełengustî pêy afretewe pya hatuwe heta tewqî serî û be honrawey cwan û řêkupêk pya hełdawe, wek:

pûzî xiřumiř, kewşî silêmanî
keway ketançîn nîştuwe le banî
leser ew pirde meřo darekanî řizîwe
kirasî celset bo ekem leser simtit xizîwe!
řaste sîneket wek loke nerme
her şew le cêyek mezatit germe
gerden zerd û lamil zerd gerdinî zerdit her wase
ew milwênke le milte beyn beynî mûrgî xase
ḧey û bey û ney bircî tas kiław
le hařey şebxun, boy nermî guław.

xwênerî beřêz, wenebê tenha pyaw afretî xoş wîstibê û be bejin û bałayda witbê û hîçî tir, bełkû eger bêt û be wirdî le wişey goranîyekan serinc bideyn ebînîn afretîş (legeł eweşda ke be hîç corê serbestî nebuwe bo derbiřînî hestî xoşewîstîy xoy beramber be pyaw) be bałay pyawda witûyetî û xoşewîstîyeke aługoř buwe le meyanî herdû lada û bigre hîy afretanîş be soz û hêztir buwe le hîy pyawan, wek:

1 - çemekey «çeqan» wirde terîwe
feqyane çermû ḧemeẍerîwe.
2 - eger emzanî le kwê ekey geşt
be xołî jêr pêt çawanim eřeşt.
3 - kem bike banewban, kem bike temaşa
daykî ḧew kuř bim bot ekem ḧaşa.
4 - dayk wequrwan keley kiławit
deştî şarezûr bo tancîřawit.

eger carêkî tir be wirdî le wişey goranîyekan wird bînewe, ebînîn:

asayî û sakar û asan û ta biłêy řesen û diłgîrin, cêgay şanazîmanin; çunke leçaw nexwêndewarîy dahênerekanyanda bedegmen wişey namoyan tyada bedî dekirê û hemûyan xomałîn û zimanî xełkî xêłekî û dêhat û gundinşînekanî kurdistanin; boye be pakî mawnetewe û be asanî leber ekirên û demawdem ewtirênewe û lebîr naçnewe. goranîyekanman, ta řadeyekî zor, bon û berame û řeng û řuxsarî ew şwênaneyan pêwe dyare, ke lêy hełquławin. goranîy derbiřînî hest û sozî derûne bo geyştin be amanc, wek:

îşyan bo ekem, her be xořayî
le kiçekey ekem, mubarekbayî
yaxwa her şew bê, řoj nebêtewe
destim le yeqey yar nebêtewe
boye pêmxoşe ew dîwexane
tya da’enîşê ew kiçe cwane ...

cwanîy nîştiman û siruşt ta řadeyekî zor xoyan le goranîye folkilorîyekanmanda enwênin, wek:

1 - heway banewban dawye le kelem
wek soney ser aw aşq we melem.
2 - ḧey ḧey lew ziłfe, bex bex lew lêwe
wek befrî kwêstan, zerdey xor pêwe.
3 - wefway bałat bim, gerdin zerdekem
befrî lanzar, hereskerdekem.
4 - dugmewdołabê dewrî sîney ał
bûnete perjîn baxî pirteqał.
5 - řûmet peřey guł, qamet wêney ney
kuneket piř kird le deryay bê pey.
6 - xoşe lay xoman darudewne
yarmî hatya bo min wetene.

çînekanî gelîş her yeke le goranîyekanmanda sitem lêkirawî û xulyay xoyanyan derbiřîwe, bo nimûne:

1 - awekey «zełim» eřjête «sîrwan»
neḧlet lew bawke kiç nada be şwan.
2 - çaw û řûmet cwan, biřo qeytanî
min eçim bo cût, toyş bê bo kanî.
3 - eçme silêmanî bo taqe camê
be tikay şêxekan maçêkî damê!

hendêkîşyan be aşkira bêzarî derbiřîn egeyenin derbarey hendê destûr û bawî nabecêy komeł wek:

1- mela meybiře marey nabedił
dest û qełemit biçête jêr gił.
2- min çî bikem le des melay zimanlûs
mare ebiřn bebê çarenûs.

wehendêkî tirîşyan le wêney tîrutwanc û balore û laqirtîdan, wek:

bała be wêney darî «qereqaç»!
řûmet be wêney ber û piştî sac!

hî waşyan he ye sikałan le dest siruşt:

herçen le dergay gerdûn menałam
xaster kałay ẍem biřya we bałam.

we hendêkî waşyan he ye ke zor konin:

şwan we hoho, meř we kořewe
jin we «şeqîle»y dû gułeng şořewe.

we heşyane zor tazen:

be qurbanit bim gułekey ’eşayer
se’atî «řîko» to kirdit zayer.

ba be kurtî biłêyn:

goranîyekan hemû layenêkî komełayetî û abûrî û řamyarî û řoşnibîrî û ayînî û ... egirnewe, bêcge lewaneş le řûy edebî û zimanewanî û řewanbêjîşda etwanîn be baştirîn serçawe le xameyan deyn û bo ewe eşê biłîn:

* ba kelepûrî edebî mîllîman bikeyne serçawe bo lêkołînewe û řewanbêjî û zimanewanîman.

* folkilor edebe û edebîş nasnamey gelane.

* řexney bê bełge, wełamnedanewey wełamyetî.

xwênerî beřêz, em çen dêře goranîyey ber destit ke nawim lê na «çepkê le gułałesûrey şarezûr» tenha hîy nawçey şarezûr nîn, bełkû lenaw çepkekeda, çen çiłêkî nawçekanî tirî kurdistanîşî tyaye, we hemûyşî her gułałesûre nîye, bełkû çen çiłe řeyḧaneřeşe û gułezerde û mordane û gułeřone û gułekanî tirî şarezûr û nawçekanî tirî kurdistanîşî tyaye; çunke zorbey danîştuwanî şarezûrî emřo, caf û koçeranî ta dwênêy germyan û şarezûr û merîwan û şilêr û nawxiwan û nawçekanî tirî ew dîwin, be corêk ke zistananyan le germyan (le derbendîxan bew dîwa ta dewruberî kifrî) birdoteser û behar û payîzanîşyan le şarezûr û merîwan tewaw kirduwe û hawînanîşyan le kurdistanî îran ta egate çyakanî «qece» û «kuneqaz» û «miley başortî» birdoteser; boye wekû heng şîley gułî gułzaranî hemû ew nawçaneyan hełmijîwe û şaney hengiwînêkî zerd û bê lekeyan lê danawe û kirdûyanete xorak û pê bijêwîyekî wa, ke çêjekey le zarî řołekanyanda ta emřoş mawe û kokirdinewe û naw birdinî hemû awaz û cor û şêwekanyan hewłêkî be komekî û desewamî ewê û îşî yek û dwan û syanîş nîye.

ca biray hawziman û xwêngerm û edebdost, ewendey ke min lêreda girdim kirdotewe fire leme zyatir mawe û pêwîstyan be kokirdinewe heye, înca eger le hemû nawçekanî kurdistanewe, çakî kurdane û merdane û lexoburdinî lê bikirê belada, ewa wextêk dê, ke hîç nawçeyek nemabê ke honerekanî ko nekirabêtewe û nexrabête ser kaẍez, ca ew kate newey gelekeman samanêkî kokirawey zoryan ekewête berdest û zortir şanazî be hunerî folkilorîy baw dapîranewe eken, we her leber eweşe ke ełêm:

her nawçe, çepkê eka xermanê
xermanê le guł, eka samanê
ke saman hebê boçî hejarîn?
lenaw gelana bo nadyarîn?
***
wa çepkê gułim xiste ser gułan
ta ko bêtewe, be nyazî xerman
biray hawziman toyş xot û şîrit
xermankirdinî neçê le bîrit
xuşkî xoşewîst toyt û cwanît
to û lencewlar û nermunyanît!
toy çawgey şî’ir û hore û goranî
bizwênî hestî pîr û lawanî
de toş řapeře, wek pêşînanit
biço ser řêgey baw dapîranit
bom xermane, toyş çepkê guł bêne
le guł çinîna toş xot binwêne
çunke kurdistan şwênê bijwêne
guł tya řwawe, le hezar wêne
yekêkî ewê ke hełmet bênê
le çingî sîsbûn deryanbihênê.

xwênerî xoşewîst û azîz, ew çend nimûne goranîyaney ke lem pêşekîyeda boman hênanewe, ebînîn kewa bêcge lewey ke derbarey eşq û ewîn bûn, we berawerdêkîş bûn le meyan afret û pyawanda ke be bała û xoşewîstî yektiryanda witûn, we herweha corî çîn û xawenpîşekanî komełîşyan ta řadeyek, girtewe eşbînîn kewa dêřî goranîyekan dûbeytî, yan dûlone bûn, ca bêcge lem core, ebê eweş bizanîn kewa corî sêbeytî, yan sêlone, we yan sêxşitekî û çwarxiştekî, we yan pênc û şeş û ḧew xiştekî û bigre zyatrîşyan heye, wa bo her corêk lewane nimûneyek, yan pitir ehênmewe, herçend emaneşim her be pîtî hica’î û her yekem legeł bîndirêj û kurte kanî tirda nûsî û cyawazîy bezme musîqîyekanim nekirdin û her le řîzî core kanî tirda nûsîmin:

1 - corî sêxşitekî, yan sêlone, weyan sêbeytî:

kirdûte ber, şîrdaxî şiř
wa lejêrya dû lîmoy xiř
xwa daynawin bo destî kuř
herwa hatî we naw dêda
cûtê «sol»t ha le pêda
daykit kwêr bê toy be kê da.

2 - corî çwarlone, yan çwarxiştekî:

hate xwaro le serda
we şwênî manga zerda
dek małî bawkî biřmê
agirî le cergim berda.
hate xwaro le pałî
seyrî ke kułmî ałî
cwanî weham nedîwe
le tayefey «gełałî».

3 - corî pêncixiştekî we yan şeş û ḧew lone û bigre zyatrîş:

hatim le lay ew lawe
kwêr bûm bo bełekçawe
destim bird bo memkołey
taze binî danawe!
leser xut û xořayî
ew yarem lê torawe
le ber małyan řaburdim
bînîm yarim westawe
çûm û siławim lê kird
be naz ’elêkî dawe
daway maçêkim lê kird
řûy wergêřa bew lawe...

eme ebête parçe hełbestêkî tewaw (miqti’î şî’rêk) ke dirêje pêdanî ewestête ser azayî û lêhatûyî goranîbêjeke û le serî eřwa û xêra xêra dêt be pêşî hełpeřkê û ahengekeda, be taybetî le şayî û zemawendî ladêda, ke hemûy her řeşbełek buwe.