sereta

Li pirtûka:
çepkê le gûllalle sûrey Şarezûr
Berhema:
Elî şarezûrî (1930-1982)
 3 Xulek  570 Dîtin

le sałî 1974y zayînîda beřêz mamosta «meḧmûd zamdarKes» nizîkey hezar dêř (beyt)êkî dûbeytî, yan dûloney lem core goranîye folkilorîyaney be nawî «bonî hełałan dêNava taybet» biław kirdewe, wenebê em hewłey mamostay nawbira û yekem hewł bûbê lem core, bełkû pêş ewîş hewłî wa dirawe, lewane (eweney min bizanim) mamosta «miḧemmed tofîq werdî»ye, ke goranîyekî zorî lem corey le çend bergêkda çap kirduwe, bełam bêcge le «bonî hełałan dê»y mamosta zamdar, min hîç corêkim des nekewtuwe, tenha be bîstin nebê, bełam ewey le berhemekey mamosta zamdar (bonî gełałan dê)da ber çaw ekewê eweye, ke her kesê byewê dway ew lem core berheme ko bikatewe, ebê bo her take dêřêk hemû kitêbe nizîkey 130 lapeřeyîyekey bonî hełałan dê bixiwênêtewe; ta bizanê lewê heye yan ne; emeş bêguman karêkî her wa asan nîye; boye hatim em nizîkey hezar dêř, yan parçe goranîye ke kom kirdûnetewe bepêy pîtî «hîca’î - elf, bê, pê, tî - ...» řêkim xistin, herçend arezûşim wa bû ke legeł «bonî gełałan dê»da her bem core (wate be gwêrey pîte hica’î) byannûsim, bełam bom hełnesûřa; çonke řay mamosta zamdar xoym lem řuwewe wer negirtibû, herweha eweş aşkiraye, ke çapemenîy emřo çi kîse hełtekênêke, leber ewe (carê) wazim lew kare hêna her çend gułałe be hełałewe cwan û bekełkitre, bełam her çonêk bê her wekû witim bom hełnesûřa, ba carê wa bê!

hemû core berhemêkî folkilorî core yasa û peyřewêkî ebê hebê; boye ełêm baştir waye ke be řêkupêkî û le kitêbêkda bwaye; ta ew kesaney byanewê lem goranîyane ko bikenewe, zor mandû nebin bo ewey bizanin pêş eman biław kirawetewe yan ne, we yan hîç nebê her şeş ḧewt sał carê çen daneyekî tiryan lê çap bikirêtewe, ta be asanî dest hemû kesêk bikewn; çunke êste ew core kitêbane le bazar nemawin ta kełkyan lê werbigîrê we her leber nebûnî em kitêbaneye ke xwêndewaranman û ewaney tamezroy em babeten, nazanin ke çî lem bareyewe kirawe, yan witrawe, bêguman em kareş (wate le çapdanewey em core kitêbane) pêwîstî be xêrxiwayek heye ke pêy hełsê û erkekey bixate ser şanî xoy.