pîtî «s»

Li pirtûka:
çepkê le gûllalle sûrey Şarezûr
Berhema:
Elî şarezûrî (1930-1982)
 4 Xulek  887 Dîtin
sałekey emsał we jehrî mar bê
hemûy be qurban sałekey par bê
***
siławit lê bê, ’elêkim bero
bem nîweşewe, xeber bibero
***
sikem sipîy kird qametim çemî
ewîş le daxî hawçeşman kemî
***
sûtam û birjam bûm be koy nûre
bûm be asniger derçûm le kûre
***
sofîy saḧêb řadwênim
cûlekey tewratxoynim
nanî şewêkim nebê
ahdim kirduwe ethênim!
***
seday layelayeket nayê le goşim
yan to kemmeylî yan min xamoşim!
***
sed tûłim lêden we tûłî jałe
dest hełnagirim lew xetuxałe
***
sed siław le xot dûsed le zeynit
sêsed le bawkit bo beqa û beynit!
***
sed sofîy bermał we şan
hatin û řîşyan řaweşan
be qurbanî bałat bê
sed sofîy bermał le şan!
***
serim çermû bû, řîşim tanupo
takey danîşim lesay qewłî to?
***
ser bo serbiřîn mał bo cerîme
eger toyş nebî, xuda kerîme
***
ser kelan temîn pay kelan zebûn
ser tełî řeyḧan biřya we meymûn
***
serî kułimit! elfubêye
nemxiwênduwe derzim pêye!
***
serê berzo ke řû le gerdûn ke
temaşay qirçey pîrederûn ke
***
serwên keç kirdî we lay şemałda
małdar û bêmał gişt terk małda
***
se’at bo destit ’eynek bo çawit
sed şûşey guław bo gudîley xawit!
***
se’atî destit qayşekey řeşe
jindar û bêjin bo to nexoşe!
***
se’atî destit be zirîze bene
xełkî pêt yejin: se’at le çene?!
***
se’atî destit no guł no zirîze
qewlit behar bû, ewa payîze!
***
se’atî destî le heşt egeřê!
xełkî awayî le dewrî geřê!
***
sele ho sele! to çen selarî
yejî askekey deştî kelarî
***
sele ho sele, çawekem sele
yejî askekey deştî «şakel»e
***
sewze ho sewze, sewzekey małim
nexoş nekewî neşkênî bałim!
***
seyareyek hat we şûşe bene
kiçêkî tyaye wek darî xene
***
seyîd nîm sadatim bê
şêx nîm keramatim bê
mela nîm zekatim bê
kwêxa nîm beratim bê
cûtyar nîm dahatim bê
aẍa nîm dêhatim bê
wextê pêm biłên aẍa
dezgîranim «fatim» bê!
***
«sîrwan» birdigem «ełwen» şordigem
merdim wemninet kifin kirdigem!
***
sîrwan hatuwe kełek we kełek
swêndim xwarduwe: neçme řeşbełek
***
sîy cizmey qurḧan enêrim we lat
řêgey řoşnayîm nekey we «zułmat»
***
sî û dû daneket aqîqî koye
le her kwê bimirim meraqî toye
***
sî û dû daneket sedefî pake
gerdine zerdeket le ’alem take
***
sî û dû danekem bo to deyeşê
ne gilî emrê, ne gaz eykêşê!
***
sînet sace kel coy tya birjawe
memkit dodane doy tya tirşawe!
***
sêpa seneł ço gurês xeyate
kerêket nuquł, doket newate!
***
sêpa seneł ço, dotirşî «mwan»
qirxey pyawî pîr, lencey jinî cwan
***
sê car bew mange ha we ḧewawe
hewe lûtekey «gewre qeła»we!
***
sê mangey zistan şełła şew bwaye
dem le nawî dem çaw le xew bwaye!
***
sê małey sê sê, miley «nokecař»
qûqûy kełeşêr şiney boreswar