wizey koneperistî
Li pirtûka:
            Paşmergey Qani’
        Berhema:
                Qani (1898-1965)
        
             1 Xulek
             1306 Dîtin
        
        
    cûtyarî em wiłatî êmeye duçarî xem buwe
gîrodey hejarî û ẍerqî sitem buwe
aẍa be nûkî nêzewe û pałpiştî ḧukmî řoj
xwênî hejar û bêkesî, pêxorî jem buwe
emřoş be pêçewaney awatî em gele
dujmin le kurdewarîya xerîk zîl û bem buwe
aẍa xerîkî şadî û aheng û xwardine
řencî felaḧî manduwe le naw koşkî cem buwe
řazaweye û cwane hemû dîwexanî mîr
xanûy felaḧî quřbeserîş nuqmî tem buwe
xełatî noşe řencî fela, bo begî teres
řencî hejarî dizîwe, eger zor û kem buwe
bêgar û xerc û serane hemû ’urf û ’adetin
sûrane erk û barî giranî elem buwe
qanûnî em zemaneye, ger na be yek sa’et
koşkî cenabî mîre ke wa textî çem buwe
dîwanî mîr û mamełey kiçî cûtyarî quřbeser
zor seyre, şermî nemawe be bazařî zem buwe
nîzamî êsteye bałî felaḧî ceřanduwe
gerna dyarî bo beg û mîr merg û sem buwe
qani’Nasnava edebî be aşkira be řeş û řûtî kurd ełê:
bawî nemawe em nîzame, duçarî werem buwe