bang

Li pirtûka:
Paşmergey Qani’
Berhema:
Qani (1898-1965)
 2 Xulek  769 Dîtin
ey girohî birsî, emřo řojî têkoşînte
řojî tołesendinî xwên xwardinî dêrînte
bałî lê hełmałe wek şêr, bêre meydanî xebat
řû kere aẍa, ke aẍa dujminî xwênînte
lêde ne’rey deng dilêrî, řûbeřûy zułim û sitem
her biłê ey kakî malk boç eme ayînte!?
ta be key zordarî û çewsannewey çînî hejar!?
xwênmijînî komełî bê destełatan dînte
yek qiroşt da be řec’î turk û tapot girte des
ta qyamet ew qiroşe mayekarî jînte
baxê hênde qaym û meḧkem nebûy min netgemê
destî îstî’mare hêz û komek û perjînte
gwê gire, qanûnî soşyalîzmî dengî dayewe
řojî mergit zor nizîke, ew denge yasînte
noker û pêşxizmet û kareker û dayaneket
kewte řojî xoy, bizane dujminî xwênînte
xot le min baştir ezanî: bawî zordarît nema
’ûdekey emřo, sibeynê şořşî nałînte
wirgit şoř kird wa ezanî her be wirg ebřêtewe
dey bitope! řojî emřo řojî hełlerzînte
dasî destî çînî cûtyare enête gerdinit
têr bigrye, çunke emřo řojî girye û şînte
bend be bend qanûnî îslaḧî zira’î dête pêş
fexre bo min, bo cenabit ayetî tełqînte