bo tacrî şeř
Li pirtûka:
Paşmergey Qani’
Berhema:
Qani (1898-1965)
2 Xulek
872 Dîtin
ey dujminî gel, tacrî şeř, cebrî sitemkar
ey mêrdezmey şanî hemû řenicber û cûtyar
ey bê bezeyî, çeşmeyî efsad û xyanet
napakî bebê řeḧim û cefakirde û xwênxiwar
layengirî em cur’etî to, ḧukmî wiłate
dujmin be hemû fîkirî gelî, nokerî dolar
bê şerim û bebê perdeye esrarî ḧukmiřan
xwênawîye nînokit serek dewłetî segsar
to nokerî wał sitrît, gelîş xawenî bazû
ḧembałî derî ’erşî leqî fîtneyî bê bar
boçî ekujî, xwên emjî? bo mebesî xot
edzî û ebřî mał û serim, naḧezî bedkar!
çawit kerewe! xakit be ser, seyrî cîhan ke
seyrî ke çi şorêke le naw çînî kirêkar!
aga berewe! şořşî gel wa le meçekda
ałoze serî ḧukimit, çi dêhat û çi nawşar
îslaḧî wiłat nabê be zîndan û be kuştin
îslaḧî wiłat bende leser bendî zewîwzar
ḧeddî çîye peymanî ḧerb çarî nexoş ka
tîmarî nexoş bende legeł çareyî bêkar
hêzî nîye barûd, ke derim ka le nezanîn
tesbîtî cehil bende leser sêberî eẍyar
bem core ebed têrutesel nabê wiłatit
herzanîy nirx bende leser serbesîy bazař
mîratgirî ew ḧukme ebê çawî le kurd bê
ta řołeyî kurd textî nepêçêto serew xwar