hełbijardin
Li pirtûka:
Paşmergey Qani’
Berhema:
Qani (1898-1965)
2 Xulek
890 Dîtin
întîxabate ’ezîzim, mewsimî azadîye
řojî serbestîy wiłat û bezim û coşî şadîye
mîrî cařî da ke îtir kotî dîlî labra
gel beme mesrûre, boçî? mafî azadî dira
gel be awat bû, be dił pêşwazîy germî xoy nwan
nêr û mê, gewre û biçûk, xan û mela, şwan û sepan
cař dira: kê řa’ebînê, kê eçête perleman
fermû xoy terşîḧ bika bo xizmetî hawnîştiman
ewzemane řoy [ke] na’îb merce xawen pare bê
lawî diłsozî hejarîş cergî parepare bê
şadî bałî xoy dirêj kird, ha wiłatî girtewe
ba bizanîn kê bû serkewt, goy le meydan birdewe
[lawî kurdî nîştimanî: marf û nûrî û bile]
çendeha řołey tirîş amade bûn bo em pile
katê te’mînatî qanûnî, tewaw teslîm kira
řê diran û bendî çawdêrî le seryan labra
qoł be qoł, deste be deste, xełqî şar û dênşîn
hełbijardinyan tewaw kird, dem be xende û pêkenîn
ḧezretî paşa ke zanî nwênerî gel derçuwe
tûře bû, çawî zeqo kird, çunke kostî kewtuwe
emrî derkird bo qełaço, şurte ałozane gel
des neparastin le girtin, law û pîr û kwêr û şel
nwênerî şer’î le kuncî bendîxane tund kiran
taqmêkî herçî perçîy dujminî gel danran
ba biřûxê em nîzame bogene faşîstîye
piştîwanî gel, birayî û yekyetî û serbestîye