emşew

Li pirtûka:
Sirwey Berbeyan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  619 Dîtin
hey hey le nasor zamanim emşew
gułgûne be zûx zamanim emşew
qełay cwanîm xapûre emşew
bînayî dîdem bê nûre emşew
seday ẍułẍułem çun sûren emşew
qabiz bo řoḧim zerûren emşew
kê bo diłsozim? kê bo ẍemxiwarim?
kê newî le bał sotey bîmarim?
kê bo yasînim bixiwênê dem dem?
kê bo pa û des bişêlê be hem?
kê bo řû kero le qîbley îman?
kê bo serî min binête ser řan?
ewsa ke qabiz bibînim we çem
kê bo çořê aw bitkênête dem?
kê bo binero we dîdem desmał?
kê zarî kero hûnawey řûy xał?
ce demay koçim kê elweda bo?
kê şeyday şîwen řoy kerbela bo?
kê bimnê weban texteşoreda?
kê aw biřêjo wekafûreda?
çêwey swarî bê kes hordaro
kê bo cenazem wegłiko baro
kê bo dambinyo ne perdey qebirim?
kê bo waz kero tûrekey serim?
têkî hełpêka sizay gořewşar
keremdar her toy ẍefûr û ẍeffar