pirsyarêk

Li pirtûka:
Sirwey Berbeyan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  804 Dîtin
le suxtey medresey ’îlmî muḧeqqeq
bigate destî şagirdanî eḧmeq
su’altan lêdekeyn ey bê temîzan
le mesnû’atî řebbî ferdî mutłeq
le berçî beyne beyne řoj egîrê?
qutib bê girtine û daym mi’ewweq?
felek aya be «xerqe» îltyamî?
weyaxud cewherêke meḧkem û řeq?
eger ferqî heye, çon pare nabê?
wegerna, fexrî ’alem çonî kird şeq?
desa řêk xen lebo ême wełamî
beyanatî ḧesîn û zor mudeqqeq
be dînim qani’aNasnava edebî xot mekute cewte
diłî her pîse lêt şêxanî metreq